QSD: Êrîş û tevgera balafirên keşfê li herêmê didomin 2019-12-01 15:15:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandinê ya QSD'ê, têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û diyar kir ku êrîşên li ser Rojava û xebatên keşfê didomin.   Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encamên şer ên roja 53`yan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, eşkere kirin.   Daxuyanî wiha ye:   "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş û fealiyetên xwe yên keşfê li seranserê herêma eniyê didomînin.   TIL TEMIR   Artêşa dagirker û komên çete li derdora Til Temirê êrîşên xwe yên bi çekên giran didomînin. Çeteyan li gundê Derdara êrîş birin ser çeperên Meclisa Leşkerî ya Suryanî û herêmên sivîl.   EYN ÎSA   Artêşa dagirker û çeteyên wê gundewarên Eyn Îsa û Qiz Alî bi awayekî dijwar topbaran kirin û gelek herêmên sîvîl hatin hedefgirtin. Gundên Ebû Sira, Korikê, Um Elberamî, Mesûdiye bi tank û topan hatin topbarankirin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîş bir ser gundê Genterî û rêya M4 a navdewletî.   Di encama êrîşên artêşa dagirker a bi çekên giran de hevalekî me şehîd bûn."