Girtîyên di grevê de name şandin: Heta daxwazên me pêk bên çalakiya me dê bidome 2019-12-01 11:07:39   GURGUM - 4 girtiyên siyasî yên li Girtiyên Tîpa L a Hêjmar 1 a Turkoglu ya Gurgumê li diji binpêkirina mafan 7 rojin ketine greva birçîbûnê, diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bikin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê, 30 girtiyên ku li dijî binpêkirina mafan di 12'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn, di roja 20’an de berdewam dike. Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Turkoglu ya Gurgumê (Mereş) jî 4 girtiyên siyasî bi boneya balê bikişînin ser binpêkirina mafan û doza mafê xwe bikin, di 25'ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Li Girtîgeha Turkoglu grev di roja 7'an de berdewam dike. Girtiyên ku ketine grevê  dixwazin ku dawî li hêjmartina eskerî û nîzamî bînin, girtiyên siyasî bînin cem hev, dawî li lêgerîna tazî bikin, di korîdoran de dawî li meşa nîzamî bînin, dawî li cezayê disiplinê yê keyfî bînin, dawî li karta nasnameyî ya stu bînin, rojnameya Yenî Yaşam, pirtûk û nameyan bidin wan.    NAME ŞANDIN    10 girtiyên li Kawîşa D-5 ya Girtîgeha Turkoglu dimînîn, li ser navê Erkan Aydin ji Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê re name şandin û bal kişand ser daxwazên xwe. Girtiyan, di nameyê de diyar kirin ku di heman kawîşê de 10 kes dimînin û ji bo mafê wan bê qebûlkirin di 25'ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Girtiyan, anînziman ku li girtîgehê hêjmartin bi tarza eskerî û nizanî tê jimartin û wiha got: "Kawîşên 12 û 24 kesan hene. Em di kawîşên 3, 5 û 9 kesan de tên girtin. Mafê me yê pirtûkan bi 5 pirtûnan bi sînor kirine. Pirtûkên me yên di depo de nadin me. Bêyî destûra me di rojên hevdîtinê de teslimî malbatên me dikin. Mafê me yê civakî yê hefteyî li şûna 10 saetan bi 40 deqîqe yê sporê bi sînor kirine."    'DI REWŞÊ LEZGÎN DE JÎ ME DERNAXIN REVÎRÊ'    Girtiyan, dan zanin ku wan di korîdorê de bi tarza meşa eskerî didin meşandin û mafê wan ê tenduristiyê jî tê binpêkirin û di şertên lezgîn de jî wan dernaxin revîrê û wiha lê zêde kir: "Dema hevalên me derdixin hevdîtin û revîrê, saetên destê me derdixin. Dixwazin bişkovkên pêşiya cilên xwe bigirin. Di ketin û derketin kawîşê de dixwazin bi zorê karta nasnameyê têxin stuyê me. Kargoyên ku malbat ji mere dişînin, bêyî bidin me dîsa paşve dişînin. Em nikarin li gorî daxwazên xwe li kawîşan bimînni. Kawîş dêj di halê înşaetê de ne. Li gorî şert û mercên demsalê divê kawîş bên amadekirin û girtî karibin lê bimînin. Hin hevalên me bi nexweşiya kronik in. Şertên girtigehê bandorek pir xerab li ser wan dikin. Daxwazên me piştî meh derbas dibin dibersivînin."    Girtiyan, anîn ziman ku wan di odeyên bi sûnger de bi saetan tazî dihêlin û wiha berdewam kir: "Midûrê saziyê ango dozger, bi hinceta ‘Tebligata te hneye divê tu îmze bike' bang li me girtiyan dikin. Dema em diçin li odeya midûr ji me dixwazin ku em bibin sîxur û îtîrafkar. Dixwazin me ji hev qut bikin. Rojnameya Yenî Yaşam bêyi hincet nîşan bidin nadin me. Dema hevalên me yên girtî tînin girtîgehê li lêgerîna tazî re derbas dikin. Hevalên me yên vê yekê qebûl nakin jî rastî lêdan û tundiyê tên. Dîsa dema wan davêjin kawîşan li ser wan jimartina eskerî û nîzani ferz dikin. Li koridoran wan deverû dirêj dikin û êrîşî wan dikin. Li odeyên bi sunger, rastî tundiya derûnî û fîzîkî tên. Li wir wan tazî dikin û zextan li wan dikin.    'PÊDIVIYÊN JIYANÎ NADIN ME'    Girtiyan bibîr xistin ku ew ji bo mafê xwe bi parêzin serî li rêyên demokratîk û çalakiyên demokratîk didin û wiha bi dawî kir "Em mafê xwe yê demokratîk ê çalakiyan li dar dixin. Ji ber vê yekê em rastî cezayên dîsîplînê tên. Em rastî cezayên hucreyê tên. Hêj cezayekî hevalê me Îsmail Eke neqediya bû, cezayê dîsîplîna din înfaz kirin. Hevalê me yên cezayê huceryê dan wan, wekî ku di bin çavan de muameleya xerab bi wan kirin. Bêyî şert û mercên demsalê li ber çavan bigirin, çarşef, battaniyeyan nadin me. Dîsa pênûs, saet, pirtûk, radyo, amûrên paqijiyê, mase, sandalye yên wekî mafên jiyanê nadin me. Heta serê sibê rohaniyê venamirînin. Hevalên me yên li hucreyê jimartina li ser piyan li wan ferz dikin. Ji bo ev daxwazên me yên jiyanî û mirovî pêk bên, me di 4'ê mijdara 2019’an de daxwazname da. Lê tu bersîv nedan me. Rayedarên girtîgehê bi israr daxwazên me li ber çavan nagirin. Me di 11'ê Mijdara 2019'an dea 2 rojan xwarin negirt. Di 18'ê Mijdara 2019'an de dîsa me 2 rojan em ketin greva birçîbûnê û me mafê xwe yê demokratîk danî holê. Lê ji ber daxwazên me pêk nehatin, di 25'ê mijdara 2019'an de ji her kawîşekî hevalek me dest bi greva birçîbûnê kir. Ji kawişîma me jî hevalê me Erkan Aydın ketiye grevê. Heta daxwazên me pêk bên dê çalakiya me bi biryar berdewam bike.    MA / Hamdullah Kesen