Li Girtîgeha Panosê girtî ji ber ava vexwarinê nexweş ketine 2019-12-01 09:08:29   AGIRÎ - Vedat Kalin ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê ragihand ku, ava vexwarinê qirêjî ye û ji ber vê nexweş ketine, lê belê sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.    Vedat Kalin (25) ku di 2'yê Çileya 2015'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 9 sal ceza lê hat birîn, bi rêya telefonê ragihand ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ava vexwarinê qirêjî ye û ji ber vê gelek girtî nexweş ketine, canê wan birînî bûye û pê diranê wan nebaş bûne.    Kalin, bi rêya telefonê ji malbata xwe re got: "Girtîgeha Panosê li ser çiravekê hatiye çêkirin. Loma ava wê ya şebekeyê tuneye. Bo sondajê ji bîran tê kişandin. Nayê dawerivandin. Tiştên kîmyewî tê de ne. Her wiha bermayiyên wekî yên petrolê jî di nav d ehene. Gava em ser çavê xwe dişon bêhna mazotê û rîn jê tê. Ava germ jî tuneye. Niha diranê gelek kesan diêşe. Herî zêde tesîrê li diranan kiriye. Li ser canê min birîn çê bûne. Her diçe zêde dibin. Min gelek caran daxwazname nivîsandin, lê ez nehatim sewqkirin. Bê sebeb daxwaza me ya ji bo nexweşxaneyê tê redkirin. Li vira canê hevalan hemûyan bûye birîn. Bi kêfî me nabin cem bijîşk."    ‘BERPIRSIYAR DEWLET E'    Ap Kiyas Kalin ku bi telefonê bi biraziyê xwe Vedat Kalin re xeber da, anî ziman ku berpirsiyar dewlet e. Kalin, anî ziman ku biraziyê wî li dijî tecrîda li Îmraliyê 70 rojî di greva birçîbûnê de maye û got: "Diviya dewlet nexweşan bibirana nexweşxaneyê, lê bêyî sebeb daxwaznameyên wan red dike û wan nabe nexweşxaneyê. Ev îşkence ye. Girtî di greva birçîbûnê de man. Niha rewşa Vedat qet nebaş e. Nikare rakeve, ev bi tena serê xwe îşkence ye."   BANG LI WEZARETA DADÊ KIR    Kalin, anî ziman ku divê Wezareta Dadê girtîgehê konrol bike û ava heyî lêkolîn bike û got: "Divê derbarê ava vexwarinê ya li girtîgehê rapor bên amadekirin. Divê bê zanîn ka çi qasî zirarê dide canê mirovan û tenduristiya wan. Em dixwazin parêzvanên mafên mirovan, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê ji bo vê tev bigerinn. Divê Wezareta Dadê dadê pêk bîne."    Têkildarî mijarê em li Girtîgeha Tîpa L a Panosê geriyan. Îdareya girtîgehê ji bo van îdiayan got: "Hûn nêzî vira ne? Werin em bi hev re lêkolîn bikin an jî serî li dozgeriyê bidin. Em ê bi belgeyan bersivê bidin. Ev îdiaya ne rast in, bes ji bo saziya me bê reşkirin tên gotin."    MA / Esra Solîn Dal