Desteka ji bo kampanyaya kincan xurtir dibe 2017-12-07 09:35:08 AMED - Li Amedê du ciwanan li ser medyaya civakî bi dirûşmeya "bila tu kes necemide" kampanyaya kincan dan destpêkirin û her diçe piştevaniya ji bo vê kampanyayê xurtir dibe.  Li Amedê Hêvîdar Bozkûş û Ahmet Zelçîn ji bo destekê bidin malbatên rewşa wan a aborî nebaş e, li ser civaka medyayî kampanyaya kincan dan destpêkirin. Her diçe piştevaniya ji bo vê kampanyayê xurtir dibe. Berê herdu ciwanan li cem Ziyareta Hîndîbaba ya li Deriyê Çiyê kampanyayeke kincan dabû destpêkirin. Piştî eleqeya ji bo vê kampanyayê vê carê herdu ciwanan li navçeya Yenîşehîrê li Parka Sumerê kinc bi daran vekirin.    'DIVÊ EM LI CEM SÛRÊ BIN'    Ahmet Zelçîn ku di nav rojê de li cem keldanker dixebite, piştî karê wî diqede hemû wextê xwe ji bo vî karî xerc dike. Zelçîn got ku Koma Alîgirên Dîrenîşê yên Amedsporê destekê dide wan û ji ber vê ew hewl didin ku vê kampanyayê mezintir bikin. Zelçîn, dest nîşan kir ku divê bi taybetî her kes di vê pêvajoyê de li cem gelê Sûrê be û ew dixwazin bi vê kampanyayê pişetvaniya malbatên rewşa wan a aborî nebaş e bikin.    Hêvîdar Bozkûş ku berê mamostetî dikir, piraniya dema xwe bi zarokan re derbas dike. Bozkûş anî ziman ku di vê kampanyaya wan de hem kincên zarokan hem jî yên mezinan hene. Bozkûş diyar kir ku ew ê ev kampanyaya wan bidome û xwest her kes piştevaniya kampanyaya wan bike.