Polîsan dayika Ahmet Atakan ê di bûyerên Gezî de hat kuştin, binçav kir 2019-12-01 08:45:56   HATAY - Polîsan, dayika Ahmet Atakan ê di bûyerên Gezî de jiyana xwe ji dest da, Emsal Atakan li Hatayê binçav kirin.    Dayika Ahmet Atakan ê di çalakiyên berxwedana Gezî de li Hatayê di mudaxaleya polîsan de jiyana xwe ji dest dabû, Emsal Atakan, li Hatayê di saetên şevê de hat binçavkirin.  Kurê Emsal Atakan Zafer Atakan, li ser hesabê medya civakî diyar kir ku dayika wî hatiye binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan a Hatayê tê girtin.