Qeyûm bêyî destûr nahêle şîn jî bên danîn! 2017-12-07 09:34:00 AMED - Qeyûmê Şaredariya Farqînê, mifteyên hemû malên şînê yên li navçeyê birin şaredariyê. Ji bo malbat şîna xwe deynin divê keya bibin kefîl û her wiha bi hinceta "qedexe" ye malên şînê nadin malbatên HPG'yiyan.  Adem Çelîkê ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Farqînê hat kirin, hemû mifteyên malên şînê yên li Farqînê kom kirin û birin şaredariyê. Her wiha li navçeyê malbatên HPG'yiyan ên bixwazin şîna xwe deynin, qeyûm mala şînê nade wan. Malbata Ozan Tatli yê HPG'î ku di 27'ê Hezîranê de li bejahiya navçeya Kanîreş a Çewligê di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest da û piştî 6 mehan şûnde cenazeyê kurê xwe wergirtin, piştî definkirinê dema xwestin li navçeya Farqînê şîna xwe deynin, bi hinceta "qedexe" ye mifteya mala şînê ji bo malbatê nehat dayîn.    Li ser vê malbat mecbûr ma konê şînê li mala xwe vede. Kekê Tatliyê HPG'î Firat Tatli diyar kir ku wan bi zor û heft bela cenazeyê birayê xwe wergirtiye, lê belê piştî cenaze niha jî destûra mala şînê nayê dayîn. Tatli ev tişt gotin: "Piştî birayê min jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî 6 mehan li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hat sekinandin. Piştî liv û tevgereke bi mehan me cenaze wergirt. Ji ber ku me yê cenazeyê xwe li gor divêtiyên ola xwe defin bikirana em kêfxweş bûn, lê belê destûr nedan ku em şîna xwe deynin. Qeyûm hemû mifteyên malên şînê yên li navçeyê kom kirine. Me serî lêda, lê belê bi hinceta qedexe ye mifte nedan me. Me xwest em li qehwexaneya li taxê şîna xwe deynin, lê belê vê carê jî bi birîna ceza gef li xwediyê qehweyê xwarin. Me jî xwest em tu kesî nexin zorê û me biryar da ku em şîna xwe li mala xwe deynin."    Tatli dest nîşan kir ku hurmeta ji bo cenaze jî enmaye û wiha axivî: "Elhemdulîlah em hemû misilman in. Tu eleqeya van kirinên wan bi misilmaniyê re tune ye. Ji ber vê em niha ji mecbûrê mêvanan li mala xwe dihewînin. Gava din mêvanên me xwestin nimêjê bikin. Ji ber vê em mecbûr man ku odeyê vala bikin. Heke cihê şînê hebûna wê her kesî bi rihetî li mescîdê nimêja xwe bikirana."    Tatli, diyar kir ku êdî qeyûmd destûra şînan dide û ev tişt gotin: "Malên şînê yên ku şêniyên taxê bi derfetên xwe çê kirine, wek a wan be bi kar tînin. Qeyûm hemû mifte kom kirine û malbatên dixwazin şîna xwe deynin divê serî li wan bidin. Pêşî gazî keyayê taxê dikin û jê dixwazin ku bibe kefîlê malbatê. Heke keya nebe kefîl destûra danîna şînê nayê dayîn."