Ji bo girtiyê jêre gotin ‘Tu tiştekê te tuneye’ teşhîsa penceşêrê hat kirin 2019-11-30 16:43:42   ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku ji bo girtiyê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale Cîhan Ozdemîr teşhîsa penceşêrê hat kirin. Bijîşkan tim Cîhat Ozdemîr bi paşve dişandin girtîgehê û jêre digotin “Tû tiştekê te tune ye.”   Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di çalakiya xwe ya hefteya 273’yemîn de, li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê kom bûn. Înîsiyatîfê, di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Cîhat Ozdemîr ê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale dimîne.   Endama Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Betul Koca li ser navê înîsiyatîfê daxuyanî da û diyar kir ku Ozdemîr 19 salin girtiye û pirsgirêka wî ya dil heye. Koca, da zanîn ku di girçika Ozdemîr a rastê jî kîst heye û wiha axivî: “Gelek nexweşiyên Ozdemîr ên cuda hene. Ji ber nexweşiyên xwe, sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û Kirikkalê hatibû kirin. Lê di rapora ji bo wî hat dayîn de gotin ‘saxleme.’ Di 15’ê Tîrmeha 2018’an de Fakulteya Tipê ya Kirikkale tespît kir ku di stûyê Ozdemîr de zixtik heye. Dûre heman nexweşxaneyê teşhîsa penceşêra tîroîdê ji bo Ozdemîr kir. Ozdemîr ji me re name şand û got, ‘Ez baş nayim muayene kirin û ev jî dibe sedama ku nexweşiya min a penceşêre pêş bikeve.’ Ev nêzikatiya rêveberiya girtîgehê nayê qebûl kirin. Ew darbarê nexweşiya Ozdemîr de xwedî peywirin. Divê  wî baş muayene bikin. Ji bo ku ewşa Cîhat Ozdemîr xerabtir nebe, em dixwazin bê berdan û li derve bê dermankirin.”