Serokatiya Meclîsê peyva 'Kurdistan'ê esas negirt 2017-12-07 09:31:52 ENQERE- Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, ji ber di girtenameyên Meclîsê de peyva "Kurdistanê" xelet hat qeydkirin serlêdan pêk anî bû. Lê belê Serokatiya Meclîsê ji bo serlêdanê got "Li Tirkiyeyê bi navê Kurdistan erdnîgariyek tune ye" û ji bo vê serlêdana Botan kirarî nedan destpêkirin.  Piştî di girtenameyên Meclîsê de tîpa serî ya îfadeya "Kurdistanê" ku navekî taybet e bi tîpa hûrdek hat qeydkirin, Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan bertek nîşanî vê yekê da bû û ji bo ev xeletî bê sererastkirin serlêdan pêk anîbû, lê belê ji bo serlêdana wî tu kirarî nehatin kirin. Botan di meha Mijdarê de daxwaznameyek ji Serokatiya Meclîsê re şand. Di daxwaznameyê de hat gotin ku divê girtename careke din bên raçavkirin û peyva "Kurdistan"ê ya navê erdnîgariya kurdan e li gor pîvanên rastnivîsê bê nivîsandin û di girtenameyan de cih bigire.    HEMAN HINCET: BI NAVÊ KURDISTAN ERDNÎGARIYEK TUNE YE    Serokatiya Meclîsê di hinceta îadekirina daxwaznameya ku ji bo wê tu kirarî nedan destpêkirin ev tişt gotin: "Di daxwaznameya ku we da serokatiya me de, ew xusûsên ku we diyar kirine hatine raçavkirin û ji ber di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de bi navê "kurdistan" herêmeke erdnîgariyî nehatiye dîtin û di heman demê de li gor pîvana Saziya Zimanê Tirkî navê cihan bi tîpên girdek tên dest pê kirin. Lê belê li gor vê pîvanê daxwaza we wek daxwazeke guncan nehatiye dîtin."    LÊ BERÊ KURDISTAN BÛ   Her çi qas Serokatiya Meclîsê derpêş bike tiştekî wisa tune ye jî, lê heta Serdema 26'emîn jî peyva "Kurdistan"ê di girtenameyên fermî yên Serokatiya Meclîsê de wek naveke taybet hatiye bikaranîn.    MA / Hayri Demir