7 kesên ku li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2019-11-30 14:12:26 AMED - Karsaz jî di nav de 7 kesên ku li navçeya Farqînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.  Karsaz jî di nav de 7 kesên ku duh bi hinceta "muxalefeta qanûna pêşîligirtina fînansmana terorîzmê kirine" li navçeya Farqînê ya Amedê hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Kesên bi navê N.S., B.S., Ç.K., A.Ç., Y.U., İ.U. û Y.S. piştî îfadeyên xwe yên li Fermandariya Cendirmeyan a Amedê hatin berdan.