Parlementerên HDP'ê yên girtî doza tazmînatê vekirin 2017-12-07 09:30:16 ENQERE– 9 parlementerên HDP'î yên girtî bi riya parêzerên xwe ji ber girtin, binçavkirin û ragirtineke dûr û dirêj a neheq doza tazmînatê vekirin. Her parlementerek doza madî ya 100 hezar lîre û doza manewî ya milyonek lîre vekirin.  Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 9 parlementerên girtî der barê girtin û binçavkirina ku ew pê re rû bi rû mane dozên tazmînatê vekirin. Parlementeran bi riya parêzerên xwe serlêdan pêk anîn û her yek ji wan doza tazmînatê ya madî ya 100 hezar lîre û ya manweî ya milyonek lîre vekirin.    Li gor madeya 141'emîn a Qanûna Dadgeha Cezayê; kesên ji bilî şert û mercên qanûnan ên ji bo lêpirsîn û şopandinê hatibin zevtkirin an jî girtin dikarin tazmînata madî û manewî vebikin. Hat destnîşan kirin ku parlemneterên HDP'ê yên di 4'ê Mijdara 2016'an de hatin binçavkirin û girtin jî di vê çarçoveyê de dozên tazmînata madî û manewî vekirine. Di serlêdanan de hat diyarkirin ku parlementerên girtî ji azadiya xwe hatine mehrûmkirin, ji ber di girtîgehê de ne nikarin hilbijêrên xwe li Meclîsê temsîl bikin û tev li çalakiyên li Meclîsê bibin.    Ji ber van sedeman di serlêdanan de doza tazmînata madî û manewî ya 100 hezar lîre û milyonek lîre hat kirin.    MA / Hayri Demir