DAIŞ’ê êrîşê gundeki Kifrîyê kirin: 3 kesan jiyanra xwe ji dest dan 2019-11-30 10:52:52 GERMIYAN - Endamên DAIŞ'ê êrîşî gundekî herêma navçeya Kifriyê kirin. Di êrişê de yek jê rêveber û 2 karmendên asayîşa navenda bajarokê Kokis jiyana xwe ji dest dan. 4 endamên asayîşê û 3 welatiyên din jî birîndar bûn.  Şevê din endamên DAIŞ'ê li gundê Kuleco yê girêdayî bajarokê Koksî ya Navçeya Kifrî ya Germiyanê ye bi çekan êrîş pêk anîn. Têkildarî êrîşê berpirsyarê komîteya Qeretepa ya ser YNK’ê Mihemed Hacî Emer, agahî dan Ajansa Rojnewsê û got: "Çeteyên DAIŞ’ê 3 guleyên hewanan avêtine gund û rêya navbera gundê Kuleco û Qerebalex jî girtine. Çeteyên DAIŞ destpêkê bi hewanan êrîşê gund kirine û piştre asayîşa bajarokê Kokis bi hewara xelkê çûne. Piştî asayîş gihiştiye nava gund, vê carê çeteyan bi çekên qernas êrîşê hêzên asayîşê kirine. Piştî êrîşê demek kurt jî mayînek bi otomobêla asayîşê ve teqiya û hinek endamên asayîşê birîndar bûn. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, çeteyên DAIŞ li ser girên di navbera her dû gundên Kuleco û Qerebalex de, xwe veşartibûn û rêya sereke ya navbera navçeya Kelar û Gulale girtibûn. Çeteyan nedihişt çûyîn û hatin çêbibe."    Cîgirê rêveberiya nexweşxaneya şehîd hejar Helgurd Hemed Emîn jî li ser mijarê ajahî dan Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê û got "2 endamên asayîşê şehîd bûne û 5 jî birîndar bûne. Di encama êrîşê de 2 zarok û jinek jî birîndar bûne. Ji ber ku birîndar birîna wan giran bû, ew şandine nexweşxaneya Silêmaniyê. Yek ji birîndaran rêveberê asayîşa bajarokê Koksî, Simko Elî bû. Li rexmê hemû mûdaxeleyan jî rêveberê asayîşê Simko Elî xelas nebû û şehîd bû. Bi vê re hejmara şehîdan bûn 3."