'Întîxar encama krîza aborî ye' 2019-11-30 10:31:44 WAN - Civaknas Basrî Dara, bal kişand ser sedema întîxarên dawî û diyar kir ku sedema întîxaran krîza aborî ye. Civaknas Nurî Gokçe jî anî ziman ku eleqeya întîxaran û nekêfxweşiya tekakesî bi hev tune ye.  Li Tirkiyeyê di meha dawî de li Stenbol, Enqere, Antalya, Îzmir û gelek cihên din zêdeyî deh kesan întîxar kir. Piştî krîza aborî întîxar zêde bû. Civaknas Basrî Dara, anî ziman ku întîxarên li ser hev pêk tên krîza aborî ya heyî nîşan dide. Civaknas Basri Dara, bal kişand ser bandora krîza aborî ya li ser civakê û wiha got: "Nirxên ku mirovan di nava civakê de heyî dikin hene. Ev nirx, malbat, bawerî, bîrdozî û hwd ne. Bi taybetî di vê pêvajoya nûjend de sedema întîxarê aborî ye. Şertên aborî yê kes di nava civakê de heyî dike li ser jiyana wî-ê bandorê dike. Li gel bandorên derûnî û norolojik, malbat jî bandorek mezin e. Sedemên aborî, siyasî û civakî hene."    Dara, bal kişand ser întixarên li Stenbol û Antalya yên bi komî û wiha got: "Dema em li bûyera întîxara Stenbolê dinerin, barê aboriyê li ser pişta xwişkekê bû. Jina întixar, dît ku piştî întîhar bike endamên malbatê yên din nikarin bijîn bi komî întîxar kirin. Li Tirkiyeyê medya vê yekê derxist pêş. Ji bo bûyerên bi vî rengî pêş nekevin tenê li ser siyanurê rawestiyan. Lê rastî nayê guhertin. Di rastiyê de şertên krîza aborî li holê ne. Ev encama krîza aborî nîşanî me dide."    ALÎKARIYA WALÎ, QEYMEQAM Û ŞAREDARIYÊ NE ÇARESERÎ YE   Dara, bal kişand ser sedema pergala kapîlasîst û wiha lê zêde kir: "Di Pergala Kapîtalîst de bûyerên întîxarên civakî derdikevin holê. Heta ku rastiya pergala Kapitalis neyê zanîn ev yek derbas nabe. Gelek aliyê pergala Kapitalizmê hene. Di qada aborî de tundiya herî mezin derdive pêşmerî me. Dewlet û pergal ji bo mirovên ketine tengasiyê bi rêya "Alîkariya Civakî" dibe çareserî. Bi rêya Walîtî, Qeymewam û Şaredariyan dibe alîkarî. Lê ev alîkarî ne çaerserî ye. Întdîxara her kesek bi xwe re întîxara civakê jî tîne. Peyva çareseriyê hilberîn e. Dema hilberîn tune be mirov kêfxweş nabe. Dema serfkirin hebe nekêfxweşî heye. Ev întîxarên heyî rewşa krîza aborî nîşan dide."    TORA CIVAKÊ LAWAZ BE RÎSKI ÎNTÎXARÊ ZÊDE YE'   Civaknas Nuri Gokçe jî anî ziman ku ev yek bi nekêfxweiyê nayê zapênasekirin û wiha got: "Li Tirkiyeyê ji bo hin kesan derfetên pir mezin tên avakirin, hin kes jî di nava xizaniyê de tên hiştin. Ji bo mirov jiyan heqîqet e. Dema di nava civakê de întîxar (mirin) zêde dibe, nîşan dide ku têkilî û taro civkê jî  lawez e. Di civakên bi îstîkrar de întîxar kêm in. Di dîrokê de çi çara têkiliyên civakî kêm bûne bûyerên întîxarê jî zêde bûne. Ev bûyer bi mijarek tekakesî û nekêfxweşiyê nayê pênasekirin."