Warê nan, nan ji derve dikire: Di 18 salan de 52 milyon ton genim ji derve kirî 2019-11-30 09:18:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê piştî hikûmeta AKP'ê hat ser îqtîdarê şûnde ji ber qîmeta genim kêm bû û êdî wekî berê nayê firotin, di nava 18 salên dawî de ji 91 milyon dolim (dekar) daket 72 milyon dolim (dekar) û 19 milyon dolim kêm bû. Tirkiye di 18 salên dawî de 52 milyon ton genim ji derve kirî.   Li Tirkiye ji berhemên genim; nan, savar, makarna, helaw, şihîre û gelek berhemên din tên hilberandin. Herî zêde ji genim nan tê çêkirin. Bi deh hezaran firinên nan dipêjin û xizmeta civakê dikin. Li Tirkiye ji ber Hikûmeta AKP'ê qîmet nade çandiniyê û cotkaran, sal bi sal qadên çandiniyê kêm dibin an jî her sal nexşeya çandineyê tê guhertin. Dema mirov li raporên heyî dinere, tê dîtin ku li Tirkiye çandinî sal bi sal paşve diçe. Li gorî rapora Odeya Endezyarên Çandiniyê ya 2018'an a rewşa genim, li Tirkiye di serdema AKP'ê de, qada çandiniya genim 19 milyon dolim kêm bûye. Li Tirkiyeyê di sala 2000'î de 92 mîlyon dolim genim dihat çandin, lê di sala 2018'an de ev rêje daketiye 72 milyon dolim. Tirkiye ji sala 2000'î heta 2017'an 49 milyon ton genim ji derve kiriye. Li gel ku Tirkiye warê genim e, genim ji derve kirî û 13 milyar dolar pere da welatê derve. Di 6 mehên 2018'an de jî 3 milyon ton genim ji derve kirî û 634 milyon dolar pere da welatê derve.    AX Û AV HEYE LÊ GENIN TUNE    Tirkiye di aliyê çandiniya genim de, bi qasî genim têra nifusa Tirkiye bike têr dike. Axa çandinî têra Tirkiyeyê heye. Lê li gel vê yekê ji ber polîtîkayên hikûmetê cotkar dest ji çandiniyê berdidin û Tirkiye genim ji derve dikire.   Li Tirkiyeyê zeviyên bê av serê dolimê 277 kg e. Zeviyên avî jî serê dolimê zêdeyî 500 kg berhem dide. Li Tirkiyeyê berê her çotkarî bi xwe tovê genim hiltanî. Lê piştî hikûmetê rê li pêş sektora taybet a tov vekir, rençber arasteyî tovê hazir kirin û Bi navê sertîfikayê tovê ku nikare du salan li ser hev berdewamiya xwe bîne dan çotkaran. Êdî hemû çotkar û rençber bi tovên hazir ve hatiye girêdan û nikare bi xwe tovê xwe hilîne. Li gorî daneyan di sala 2007'an de 210 hezar ton tovê hazir hat firotin, di sala 2014'an de 403 hezar ton, di sala 2015'an de484 hezar ton û di sala 2017'an de jî 508 hezar ton tovê hazir hat firotin. Ev jî nîşan dide ku êdî her diçe di aliyê hilberîna tov de çotkar û rençber bi şîrketan ve tên girêdan û nikarin bi xwe tovên xwe hilberînin.    SAL BI SAL TIRKIYE ZÊDETIR GENIM JI WELATÊN DERVE DIKIRE   Di gorî daneyên sala 2017'an çandiniya genimê nan herî zêde li herêma Anadoliya Navîn ji seadî 32, li Herêma Marmarayê ji sedî 18  û li herêma Anadoliya Rohilat û Başûr (Beriya Mezopotamya) ji sedî 15  genim hatiye çandin. Demekê ji bo Beriya Mezopotamya wekî warê genim dihat gotin. Li godî daneyên îthalat û îxracatê jî di serdema hikûmeta AKP'ê de sal bi sal îxracat kêm dibe û îthalat zêde dibe û Tirkiye bêtir genim ji welatên derve dikire.    Li gorî tesbîtên odeya endezyarên çandiniyê, li Tirkiyeyê ji ber gubre û mazot buha dibe û dîsa ji ber genim erzan tê firotin, sal bi sal çandiniya genim kêm dibe. Tirkiye di sala 2005'an de 9 milyon hektar (90 milyon dolim) genim çand, di sala 2009'an de 8 milyon hektar (80 milyon dolim), di sala 2012'an de 7,5 milyon (75 milyon dolim), di sala 2018'an de 7.2 milyon hektar (72 milyon dolim) genim çand. Her çend qada çandiniya avê zêde dibe jî dîsa ji ber genim pere nake û nayê firotin wekî berê çandinî nayê kirin.      Li gorî daneyên ku Cîgirê Midûrê Giştî yê Lijneya Rêveber a Ofîsa Berhemên Axê Cihan Soyalp, di niqaşên Konferansa Hilberina Zexîreyê Tirkiye û Cîhanê ya sala 2019/2020'an de parve kirin, Tirkiye di aliyê hilberînê di nava çar salên dawî de hatiye asta herî kêm. Li gorî daneyên Soyalp li Tirkiye hilberîn her ku diçe kêm dibe. Di 5 salên dawî yên Tirkiyeyê de di sala 2014’an de 19 milyon ton, di sala 2015’an de 22 milyon û 600 hezarton, di sala 2016’an de 20 milyon û 600 hezar ton, di sala 2017’an de 21 milyon û 500 hezar ton, di sala 2018’an de jî 20 milyon ton genim hat hilberîn.