Ji ber ku saziyeke perwerdeyê derabeya xwe girt xwendekar û mamoste li holê man 2019-11-30 09:14:10 STENBOL - Li Stenbolê, ji ber ku saziyeke perwerdeyê ya taybet derabeya xwe girt, hem xwendekarên ku qeydên xwe çêkirine û hem jî mamoste li holê man    Li Stenbolê, ji ber ku saziyeke perwerdeyê ya taybet derabeya xwe girt, xwendekarên ku qeydên xwe çêkirine, mamoste û xebatkarên ku li saziyê dixebitîn, li holê man û mexdûr bûn. Saziya Perwerdeyê ya Boran, li gel ku perymana wê ya franchiseyê (mafê nav) bi Saziya Perwerdeyê ya Kavramê re di 9'ê Îlonê de bi dawî bûye jî qeydkirina xwendekaran û girtina kar a xebatkaran domaniye. Saziya navborî di şevekê de ji nişkeve derabeyên xwe girt.    Xwendekar û mamosteyên ku li saziyê dixebitîn, di 7'ê Mijdarê de dema ku diçin saziyê dibînin ku deriyên saziyê girtîne û nifteyên deriyan hatine guhertin. Xwendekar û mamosteyên ku xwestine xwe bigihînin xwediyê saziyê, tu muxatabî li hemberî xwe nabînin. Mamoste û xebatkarên saziyê ku mûçeyê wan nehatiye razandin, ferq kirine ku di 10'ê Mijdarê de derketina wan sîgortayê jî hatiye çêkirin.    Xwendekar, mamoste û xebatkarên saziyê li hemberî rewşa ku saziyê wan kiriyê bi bertek in û daxwaz dikin ku demildest mexdûriyeta wan ji holê bê rakirin.