Rojnamevan Sayilgan: Di nêz de ez ê dîsa binivîsim 2019-11-30 09:12:39 MÛŞ – Rojnamevan Îdrîs Sayilgan ku ji ber fealiyetên xwe yên rojnamevaniyê hatibû girtin, piştî hezar û 173 rojan hat berdan. Sayilgan, got: "Di nêz de ez ê vegerim ser karê xwe û dîsa binivîsim."  Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin Îdrîs Sayilgan, di 24'ê Cotmeha 2016'an de li Mûşê hatibû girtin. Hevdîtinên Sayilgan ên bi çavkaniyan re, nûçeyên wî, parvekirinên li ser medyaya civakî û hevdîtinên wî yên bi rêya telefonan ên ji bo televîzyonan sûc hatibûn hesibandin û ji ber van fealiyetên wî yê rojnamevaniyê Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mûşê 8 sal û 3 meh ceza lê birîbû. Lê belê Daîreya 2'yan a Dadgeha Îstinafê ya Erziromê cezayê li Sayilgan hatibû birîn xera kir. Li ser vê Sayilgan piştî hezar û 173 rojên li girtîgehê di 27'ê Mijdarê de hat berdan.    Sayilgan, anî ziman ku nûçeyên çê kirine û hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re sûc hatine hesibanin û di îdianameyê de cih girtine. Sayilgan, got: "Îdianame, ji tapeyan pêk dihat. Gava ewil hatim binçavkirin min ji dozger re got, 'min hevdîtin û nûçe çêkirine, ma qey sûc e?' Dozger, got tu sûcî di xwe de nahewîne. Ji bo 15 tapeyan gotin, ne sûc e, ji bo 6 tapeyan gotin 'gumanbar li pey nûçeyên alîgir e' û ji bo 10 tapeyan jî gotin 'Sayilgan li pey nûçeya ye.' Min pirsî ma qey ev sûc in? Belê min nivîsandine, qebûl dikim. Û ez ê tim jî binivîsim. Karê min e. Ji xwe di îdianameyê de dibêje ne sûc e. Lê heyeta dadgehê gotinên min esas nedigirtin. Fezlekeya polîsan kiribûn îdianame. Tam min 2 salan parêzî kir. Tiştek jî neguherî. Her wiha gelek tiştên min nenivîsanbûn û haya min ji wan tunebûn jî hebûn. Min ji dadger re got, 'ev li ku hatine nivîsandin, ka rê min bidin.' Lê tiştek nîşan nedan. Ne dozger dizanibû ne jî dadger."    'TEDAWÎKIRINA GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊ TALOQKIRIN'    Sayilgan, anî ziman ku bi pêvajoya Rewşa Awarte re li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêde bûn û got, mafê wan î spor, sohbet û atolyeyan bi awayekî kêfî ji dest wan dihat girtin. Sayilgan, destnîşan kir ku di avêtina ser qawîşan de kinc, pirtûk û pênûsaên wan jî ji wan dihatin stendin.    Sayilgan, got: "Di nav qawîşan de em dihatin hepskirin. Li qadeke 70 kesî, 2-3 mehab carekê em 20 kes diçûn sohbetê. Pirtûk, kovar, rojname û pênûsên ji derve dihatin nedidan. Pênûsên biserik ên me ji kantînê dikirîn jî digotin 'we ji derve aniye' dibirin. Nexasim jî pirtûkên kurdî nedidan. Tedawîkirina girtiyên nexweş tim dihat taloqkirin. Tedawiyek 2-3 mehan dewam dikir. Bi vî awayî rewşa nexweş girantir dibe. Di dema çûyîna nexweşxaneyan de tedawiya bikelemçe dihat ferzkirin. Lê girtiyan qebûl nedir. Gava nexweş tedawiya bi kelmçe qebûl nedikirin salekê jî dihatin sekinandin. Halbûkî tedawiya bêkelemçe mafekî qanûnî ye."    'GIRTIYÊ 60 SALÎ HAT ÎŞKENCEKIRIN'    Sayilgan, anî ziman ku gava ji Girtîgeha Trabzonê wî anîne Girtîgeha Panosê, leşker û gardiyanan wî birine odeyeke tarî û got: "Êrîşî min kirin, bi zorê lêgerîna tazî kirin. Her wiha ji Girtîgeha Gîresûnê girtiyekî 60 salî anîbûn. 27 sal in di girtîgehê de bû. Ji bo tedawiya diran wî anî bûn. Ji ber ku lê têketina girtîgehê lêgerîna tazî qebûl nekiribû, bi awayekî dijwar hatibû derbkirin. Her derê wî reş bûbû, bi rojan li erdê ma."    'EZ Ê BINIVÎSIM'    Sayilgan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi dehan rojnamevan di girtîgehê de ne û got: "Zext û zorî li ser dengên muxalif heye. Çapemenî jî perçeyek ji vê ye. Lê di vê pêvajoya ku rojnamevanî tê darizandin de, çapemeniya azad tim li ser piya ma. Çimkî baweriya wê bi hêza nivîsê heye. Hîn jî zext û zorî didomin. Hîn jî her roj rojnamevan tên binçavkirin û girtin. Ez 3 sal û mehekê di girtîgehê de mam. Lê tim û tim ji bo bibim rojnamevanekî baş tev digeriyam. Niha li vira me, li benda wê rojê me ku vegerim ser karê xwe. Ez ê dîsa binivîsim."    MA / Ayşe Surme - Cemîl Ûgûr