Dede: Ji her wextî bêtir em nêzî yekîtiya neteweyî bûne 2019-11-30 09:09:48 COLEMÊRG - Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, xebatên ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd nirxandin û got: "Geşedanên li Rojava, Rojhilat û Başûr û yekîtiya partiyên Kurdistanî yên li Tirkiyeyê, nîşan dide ku vê carê yekîtî ji her wextê bêtir nêz bûye."  Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, xebatên ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd tên kirin nirxandin.    Dede, anî ziman ku kurd bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ne û got, heger ev firsend ji dest biçe wê kurd 100 salên din jî bê statu bimînin. Dede, bibîr xist ku berê jî ji bo Konfereansa Yekîtiya Neteweyî hin xebat hatibûn kirin û got: "A rast yekîtiya neteweyî ya kurd meseleleyeke me yî dîrokî ye. Gava wê ya ewil di sala 2013'an de bi hewldanên Birêz Ocalan, Birêz Barzanî û Birêz Talabanî hatibûn avêtin. Lê belê ji ber şert û mercên wê demê nêzî 70 sazî û dezgehên kurd li hev kom bûn. Ev sazî û dezgeh bi serokatiya Birêz Barzanî du rojan li hev kom bûn. Wê demê komîteyek ji 21 kesan pêk dihat hat avakirin. Di nav vê komîteyê de ji her çar perçeyên Kurdistanê û ji dîasporayê jî tevlêbûn hebûn. Lê belê di sala 2013'an de ji ber mudaxlieyên hêzên emperyalîst ên li ser herêmê û êrîşên DAIŞ'ê kir ku ev xebat bi rê ve neçin. Mixabin konferansa yekîtiya neteweyî kom nebû."    ‘JI BO YEKÎTIYÊ SERDEMA HERÎ GUNCAN'    Dede, destnîşan kir ku ger konferans kom bibe wê pirsgirêkên gelê kurd li dor pareke hevpar bên cem hev du û got: "Niha li ber me firsendeke dîrokî heye. Du sedemên vê hene. Yek; şert û merc ji her wextî bêtir guncan in. Bawer bikin heger em yekîtîya xwe çê nekin, belkî kurd 100 sal in din jî bê statu bimînin. Ji xwe şert û mercên cîhanê jî vê yekê nîşan dide. Geşedanên li Rojava, Rojhilat û Başûr û yekîtiya partiyên Kurdistanî yên li Tirkiyeyê, nîşan dide ku vê carê yekîtî ji her wextê bêtir nêz bûye."    Dede, destnîşan kir ku kurd dixwazin partî û saziyên kurdan bibin yek û got: "Li her derî êrîş li ser kurdan hene. Êrîşine ku dixwazin li Rojhilata Navîn kurd 100 salên din jî bê statu bimînin hene. Me ev yek bia wayekî berbiçav li Kobaniyê dît. Belê li wir qheremaniyên mezin hatin kirin. Em hemû dizanin. Lê belê yekbûna kurdan jî tesîr li vê kir. Berevajî, heger kurd perçe bibin, nebin yek çawa îro hewl didin Rojava dagir bikin, wê ev yek li Başûr jî bibe û wê kurd sed salên din jî bê nasname, bê çand bimînin."    BANGAWAZΠ   Dede, destnîşan kir ku gava partî û saziyên kurdan tên cem hev du tim heman tiştî dibêjin û got: "Dibêjin, endîşeya me hemûyan yek e, armanca me yek e. Nexwe ji bo nîşandana vê yekê, wexta herî guncan niha ye. Bang li hemû partî û saziyên kurdan dikim. Divê kurdên li Ewropayê û li her çar perçeyên Kurdistanê vê yekê bibînin. Heger armanca me ji bo zarokên me pêşerojeke baş be, heger em dixwazin ev qirkirin bên berterefkirin nexwe divê em bibin yek."    MA / Hamza Gunduz