Nûçegîhanên me yên polîsan bi ser malên wan de girtin li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê nin 2019-11-30 08:14:41           STENBOL - Nûçegîhanên Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Sadik Topaloglu û Sadiye Eser duh êvarî dema ji ajansê derketin hatin binçavkirin. Hat zanîn ku li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê tên girtin. Polîsan piştî Eser û Topaloglu binçav kirin, bi ser malên wan de girtin û li malên wan lêgerîn kirin. Deriyê mala Topaloglu şikandin û ketin hundir.    Şevê din pîştî Nûçegîhanên Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Sadik Topaloglu û Sadiye Eser ji ajansê derketin agahî ji wan nehat girtin. Derket holê ku Eser û Topaloglu li midûriyeta polîsan a Stenbolê tên girtin. Polîsan piştî Eser û Topaloglu binçav kirin, bi ser malên wan de girtin û li malên wan lêgerîn kirin. Deriyê mala Topaloglu şikandin û ketin hundir. Dema bi ser malê de girtin lêgerîn kirin û alavên malê tev li hev kirin. Polîsan demek dirêj înkar kirin ku Eser û Topaloglu nehatine binçavkirin.