Polîsan girtî li Girtîgehê binçavkirin 2019-11-29 20:50:50   STENBOL –  Polîsan bi ser Kawîşa B/6 a Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de girtin û li girtiyan dan. Polîsan girtî Esîn Kavruk bi zorê ji kawîşê derxistin.    Polîsan li Stenbolê bi ser Kawîşa B/6 a Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de girtin û li girtiyan dan. Polîsan girtî Esîn Kavruk bi zorê ji kawîşê derxistin û birin. Hat diyar kirin ku polîsan duh bi ser kawîşê de girtiye û girtî ji kawîşê derxistine. Girtiyan piştî bi malbata xwe re hevdîtin kirin hat fêrbûn ku polîsan bi ser kawîşê de girtiye. Girtî Esîn Kavruk, di 11'ê Cotmehê de bi hinceta li ser medya civakî li dijî êrîşa Tirkiye ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotina “Ji şer re na" parve kiribû bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye" hatibû girtin. Kavruk, piştî hatibû girtin şandibûn Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. 5’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê ji bo testa DNA ya Kavruk bigirin, biryar dabû. Bêyî riza Kavruk di 11'ê mijdarê de ew birin Saziya Tipa Edlî (ATK) û xwestin mînaka xwînê û tûka wê bistînin. Piştî Kavruk ev pêkanîn red kiribû, bi girtina bijîşkan dîsa Kavruk şandibûn girtîgehê.    'DOZGERIYÊ FERMAN DAYE'    Rayedarên girtîgehê bi Kavruk re hevdîtin kiribûn û gotibûn "Fermana dozgeriyê heye. Tu bi daxwaza xwe neçe polîsên TEM'ê dê bên te binçav bikin û bibin." Li ser vê yekê girtiyên odeyê diyar kirin ku destûr nadin vê yekê. Li ser vê yekê midûr gotibû "Wê demê em ê bi ser kawîşê de bigirin û we teslîmî polîsan bikin. Girtiyan diyar kirin ku parêzerên wê ev yek îtîraz kiribûn, Lê duh polîsan bi ser kawîşê de girtin û girtî li girtîgehê binçav kirin.    'POLÎSAN BI SER KAŞÎDÊ DE GIRT'   Prz. Gulizar Tuncer têkildarî mijarê agahî dan û diyar kir ku polîsan li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi ser kawîşa girtiyan de girt û Kavruk bi zorê binçav kirin. Tuncer, anî ziman ku dema polîsan bi ser kawişê de girt, li gelek girtiyan dan û bi zorê Kavruk binçav kirin. Tuncer anî ziman ku wan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn û xwestibûn têkildarî mijarê tedbîrê bigirin. Me li dijî biryara Dadgeha Cezayê Sulhê îtîraz kir. Diyar kiribûn ku biryar hatiye redkirin, lê agahî nedan me. Min jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Me xwest li lez tedbîr bên girtin. Hêj pêvajoya hiqûqî didomiya ev bûyer pêk hat. Ev hemû ji bo testa DNA'yê hatiye kirin. Esin bi zorê birin. Jinên girtî jî 5 saetan di hucereyê de hiştin. Ji bo Esîn ji şer re got na hatiye girtin. Ev pêkanîn rewşa OHAL'ê derbas kiriye.    'ESÎN BIRIN KU NE DIYAR E?'    Tuncer, anî ziman ku bi rojan û hefteyan e bang dikin ku cemawerî hestiyariyê nîşanî vê yekê bidin. Lê tu kes nebûn bersîva vê yekê. Ne saziyên hiqûqê û ne jî saziyên jinan bi qasî tê xwestin eleqe nîşan nedan. Herî dawî Esîn ji kawîşê birin û niha li kuye ne diyar e."