Di doza 5'ê Hezîrane de parêzerê bersûc êrîşê parêzerê gazinker kir 2019-11-29 16:30:50 ENQERE - Di daneşîna doza têkildarî êrîşa li dijî mitînga HDP'ê ya di 5'ê Hezîrana 2015'an de ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû kirin de parêzerê bersûc Savaş Kaya êrîşê parêzerê gazinker kir û heqeretên zayendîperest li wan kir.   DAIŞ'ê di 5'ê Hezîrana 2015'an de li dijî mitînga HDP'ê ya li Qada Stasyonê ya Amedê jêrîşeke bombeyî pêk anîbû û 5 kesan jiyana xwe ji det da. 24'emin daneşîna doza têkildarî 5 bersûcên vê êrîşê, li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Parlamenterên HDP'ê    Duruşmaya HDP milletvekilleri Abdûllah Koç, Huseyîn Kaçmaz û Mûsa Farisogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Şahîn Tumuklu, endamên Înîsiyatîfa Malbatên Amedê, xizmên kesên di êrîşa jiyana xwe ji dest dabûn, hevjîna Cemîl Yildiz ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû Sûltan Yildiz û endamên Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10 Cotmehê (10 Ekim-Der) tevlî daneşînê bûn.    ‘HEYETA DADGEHÊ DERENG HAT DANEŞÎNÊ’   Heyeta Dadgehê bi qasî 40 deqeyan dereng hat eywana daneşînê. Daneşîna ku bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir, bersûcên girtî Mûstafa Kilinç û Îsmaîl Korkmaz li girtîgehên ku lê girtîbûn û bersûc Bûrhan Gok ku berdayî tê darizandin li Dîlokê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî daneşînê bûn. Bersûc Orhan Gonder jî li daneşînê amade bû.    PARÊZERÊN GAZINDKER DAXWAZA DEMÊ KIRIN   Destpêkê parêzerê gazindker ozgur Faîk Erol axivî û ji bo daxuyaniyên xwe yên têkildarî esasê berî û piştî xwendina mutalaayê peşkêş bike, daxwaza demê kir. Erol her wiha daxwaz kir ku daneşîn li eywanake hê mezintir pêk were.   Piştre gazindker ên ku tevlî daneşînê bûn axivîn û daxwaz kirin ku berpirsyar demildest derkevin holê.    PARÊZERÊ BERSÛC ÊRÎŞ KIR   Ji gazindkeran Mehmet Kûrûl di axaftina xwe de ev tişt got: "Hûn dibêjin, 'Adalet bingeha milk e'. Heke wisa be bila demek zûtir edalet cihê xwe bibîne û berpirsyar bên darizandin. Parêzerên bersûcan xwe bi pereyan difiroşin."    Li ser van gotinan ji parêzerên bersûcan Savaş Kaya, dijûnên zayendperest li gazindker û parêzerên wan da û êrîşî wan kir. Parêzerê êrîşkar bi darê zorê ji eywanê hat derxistin.