Dest danîn ser laçikên spî yên dayikên di binçavan de 2019-11-29 15:27:39 ÊLIH – Di 27’ê Mijdarê de 30 kes li Êlihê hatibûn binçavkirin û 4 roj dema binçavkirina wan hat zêdekirin. Hat zanîn ku polîsan li emniyeta Êlihê dest daniye ser laçikên spî yên dayikan.  Li Êlihê polîsan di 27’ê Mijdarê de rêveber û endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan di nav de 30 kes binçav kiribûn. Îfadeyên 30 kesên li emniyetê bi dawî bûn û wan birin Dadgeha Êlihê.    Dozgeriyê îfadeya binçavkiriyan negirt û derbarê 30 kesî de xwest dema binçavkirina wan were zêdekirin. Dadgeha Cezayê Sulhê derbarê 30 kesî de 4 rojên din jî dema binçavkirina wan zêde kir.    Polîsan destê 30 kesî bi kelemçeyên plastîk girêdabûn û anîn dadgehê. Hat dîtin ku dayikên aştiyê yên dibinçavan de ku bi laçikên xwe yên spî bûne sembola aştîxwaziyê û tu carî laçik ji serê wan kêm nebûye, laçikên wan ji serê wan kirine. Hat zanîn ku polîsan li emniyetê dest daniye ser laçikên spî yên dayikan.    Hat zanîn ku 30 kesên di binçavan de bi angaşta “endamên rêxistinê ne” hatine inçavkirin û biryara “nepeniyê” danîne ser dosyeya wan.