Demîrtaş beraet kir 2019-11-29 14:52:15 RIHA - Di 12'emîn danişîna doza Selahattin Demirtaş a bi îdiaya "Heqaret li erkdarê cemaweriyê kiriye" dihat darizadin hat dîtin. Dadgehê der barê Demîrtaş de biryara beraetê da.  12'emîn Danişîna doza Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demîrtaş li 1’emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Wêranşarê hat dîtin. Di danişîna doza bi îdîaya "Heqaret li erkdarê cemaweriyê kiriye" de Demîrtaş beşdar nebû. Parêzerê Demîrtaş Mehmet Sertaç Kayar û Mevlut Guneş amade bûn. Dozger xwest Demîrtaş di navbera 1- 3 salan de bê cezakirin. Heyeta dadgehê piştî parastina parêzeran û mutalaya dozger der barê Demîrtaş de biryar da û daxwaza dozger red kir. Heyetê diyar kir ku tu sûc pêk nehatiye û der barê Demîrtaş de biryara beraetê da.