Li Wanê 5 ciwan hatin girtin 2019-11-29 13:59:05   WAN – Li Wanê ji 20 ciwanên hatibûn binçavkirin 5 ji wan hatin girtin.    Li Wanê di 26’ê Mijdarê de polîsan bi ser gelek malan de girtibû û 20 ciwan binçav kiribûn. Ciwan bi angaştên “Propaganda rêxistinê kirine” û “Endamên rêxistinê ne” ku hatibûn binçavkirin duh êvarê ji bo îfadeyên wan bên girtin ji emniyeta Wanê birin Dadgeha Wanê.    Dozgeriyê îfadeyê wan girt û 15 ciwan bi şertê kontrola edlî berda û 5 ciwan jî bi daxwaza girtinê sewqî cem dadger kir. Heyeta dadgehê bi angaşta “Propaganda rêxistinê kirine” û “Endamên rêxistinê ne” Îzzet Işik, Nîhat Işik, Hazar Dayan, Harun Boga û Ferhat Arslanboga da girtin.    5 ciwanên hatin tewqîfkirin şandin Girtîgeha Tîpa T  Wanê.