Hezar û 104 rojin çalakî li Wanê qedexe ne 2019-11-29 12:31:12 WAN - Li Wanê Hezar û 104 rojin, çalakiyên sazî û rêxistinên demokratîk û muxalif ji aliyê walîtiya Wanê ve tên qedexekirin. Parêzer Mahmut Kaçan, ji bo biryara "Rawestanina birêveberiyê" bide, serî li Walîtiyê dabû. Lê walitiyê dîsa serlêdan wekî “Nêzîkatiya Yekperest û sadist" nirxand û serlêdana parêzer red kir. Walîtiyê heman bersîv dabû Baroya Wanê jî.    Li Wanê ji 21'ê Mijdara 2016’an heta niha Hezar û 104 rojin li derve hemû çalakî û daxuyanî li saziyên sivîl û rêxistinên demokratîk hatine qedexekirin. Ji bo biryara qedexekirina çalakiyên li kolanan bi dawî bibe, Baroya Wanê serî li Walîtiyê dabû. Dîsa gelek kesên din serî li Walîtiyê dabûn. Baroya Wanê heta niha 9 caran serî li Walîtiyê da û xwest qedexeyên li ser çalakiyan bên rakirin. Lê Walîtiyê serlêdana Baroya Wanê wekî "Yekperest û Sadîst dîtibû." Herî dawî Prz. Mahmut Kaçan jî serlêdana tekakesî kir û xwest qedexeyên li ser çalakiyan bên rakirin. Lê Walîtiya Wanê heman bersîva "Nêzîkatiya Yekperest û sadîst e"  da Prz. Mahmut Kaçan jî.    'ALIYÊ ZAGONÎ YÊ BIRYARÊ TUNE'   Kaçan, bertek nîşanî biryara Walîtiyê ya qedexeyên çalakiyan da. Kaçan, da zanîn ku serî li Dadgeha Îdarî ya Nobedar da û xwest biryara "Rawestandina bivêveberiyê" bê dayîn û qedexe bi dawî bibin. Kaçan, anî ziman ku bi qedexeyan mafê wî yê tekakesî yê azadiya îfadeyê, mafê wî yê civînê, hatiye îhlalkirin û wiha got: "Tu aliyê zagonî yên van qedexeyan tune ye. Ev qedexe li ser şiroveyên subjektif in. Ev qedexe li dijî hiqûqê ne û divê bên betalkirin. Yê hiqûqê biparêze dewlet e. Divê dewlet azadiya ramanê biparêze. Divê dewlet li gorî pîvanên xwe yên rêgeza demokratik tev bigere û azadiya ramanê biparêze û mîsoger bike. Divê dewlet ji ber azadiya fikr û ramanê kesî şermezar neke. Divê rê li pêş kesan veke ku karibe fikrên xwe pêk bîne. "    'DI OHAL'Ê DE BIRYARÊN WISA NEHATIN GIRTIN'    Kaçan, da zanîn ku li gorî berpirsiyariya Pozitif, divê dewlet şert û mercê ku kes karibe mafê xwe yê azadiya fikr û îfadeyê biparêze ava bike. Dema komên ku li gorî zagonan mafê xwe yê civîn û daxuyaniyan pêk tînin, dewlet bi parastina wan koman peyvirdar e. Di rejîmên demokratîk de mafê kes û koman heye ku, çalakiyan li dar bixin. Divê azadiya xwepêşandanan asteng neke. Mafê zagonî li Wanê bi awayekî fîîlî di sînorê Wanê de asteng bikin, Sûcê Destûra Bingehîn e."    WALÎ: BERTEK HENE'   Piştî Kaçan serî li dadgehê da, Dadgehê ji walîtiyê parastin xwest. Walîtiyê di parastina xwe de îdîa kir ku Wan ji bo rêxistinê bajarekî girîng e û dixwaze bingeha bajar têxe destê xwe. Walîtiyê anî ziman ku di çalakiyên tên li darxistin de bi hêza ewlehiyê de di asta herî jor de tedbîr stendine û ji ber tedbîr zêde ne, ji aliyê kesên tuzel û kesayetan ve bertek zêde ne.    Walîtiyê, di parastina xwe de wekî bersîv dabû Baroya  Wanê, heman bersîv da Parêzer Mahmut Kaçan û got: "Nêzîkatiya Sadîst û tekperest e"  Balkêş e, Walîtiyê bûyerên têkildarî Kobanê yên di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de li amedê pek hatin, û kuştina Yasin Boru û di sala 2015'an de kuştina Firat Yılmaz Çakiroglu yê li Zanîngeha Egeyê wekî hincet nîşan da.    DADGEHÊ LI SER PARASTINA WALÎ SERLÊDANA PARÊZER RED KIR    Piştî paratina Walîtiyê Dadgeha Îdarî ya Nobedar serlêdana parêzer Kaçan red kir. Kaçan, li ser biryara redkirina dadgehê vê carê serî li 2'emîn Dadgeha Îdarî ya Wanê da û îtîraz kir. Kaçan, di îtîrazê de diyar kir ku Walîtî diparastinê de li şûna hincetên hiqûqî nîşan bide çûye bûreyên berê li deverên cuda pêk hatine wekî hincet nîşan dide. Bûyerên ku hêj li Wanê pêk nehatine wekî ne çalakiyên aştiyane ne nîşan daye. Bûyekek ku pêk nehatiye wekî pêk hatiye nîşan daye. Ev xisûs bi serê xwe li dijî hiqûqê ye.    Kaçan xwest qedexe bên betalkirin û rê li pêş çalakiyên demokratîk û aştiyane bên vekirin.    MA / Adnan Bilen