Îdîaya xwendekar li 17 navçeyên di sermayê de dersê dibînin 2019-11-29 10:35:08 AMED - Hat îdîakirin ku piştî Wezareta Perwerdehiyê, îhaleya sotemeniyê ya Midûriyeta Perwerdehiya Bajar a Amedê betal kir, li 17 navçeyên Amedê kalorîferên dibistanên gundan pê nakevin û xwendekar di sermayê de dersê dibînin.    Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajar a Amedê ji bo sotemeniya dema perwerdehiya sala 2019-2020'an li şûna di meha Gulan-Hezîranê de têkeve îhaleya komirê, di meha îlonê de ket îhaleyê. Hat diyar kirin ku bi buhayê herî zêde ketiye îhaleyê. Hat diyar kirin ku li Tiriye tona sotemeniyê bi 900 TL  krîne, lê Li Amedê ton bi Hezar û 650 TL krîne. Li ser vê yekê îhaleya Midûriyeta Perwerdehiyê ya Amedê betal kirin. Piştî îhaleya krîna sotemeniyê betal kirin, li Amedê dibistanên gundên 17 navçeyan bê sotemenî man. Wezareta Perwerdehiyê îhaleya krîna 2 hezar ton êzîng û 9 hezar û 750 ton komir a di 13'ê îlonê de bi îhaleya Hezar û 600 TL girtin, betal kir. Piştî îhaleya komir û êzîngan hat betalkirin, pêdiviya sotemeniyê nehat temînkirin. Diviya bû heta 15'ê mijdarê pêdiviya sotemeniyê bihata temînkirin, lê hêj pêdiviya sotemeniyê nehatiye temînkirin. Ji 15'ê Mijdarê heta niha li gundên girêdayî 14 navçeyên Amedê 4 navçeyên navendî yên Amedê dibistan hêj nehatine germkirin. Li gel hewa sar bûye jî hêj xwendekar li dibistanên sar ku kalorîefer pênakevin dersan dibînin.    MIDÛR RED KIR   Midûrê Perwerdehiya Bajar a Amedê Feysel Taşçier, jî diyar kir ku ev îdîa ne rast in û eslê wan tune ye.   RAYEDARÊ MIDÛRIYETÊ: RAST E    Rayedarekî Midûriyeta Perwerdehiya Bajar a Amedê jî îdîa pistrast kir û anî ziman ku li şuna di meha Gulanê de dema buhayê komirê kêm e têkeve îhaleyê, di îlanê de dema komir buha bûye ketiye îhaleyê. Rayedar anî ziman ku li Tirkiye îhaleya tona komirê bi 900 TL hatiye girtin, lê li Amedê tona komirê bi hezar û 600 TL kirîne. Rayedar anî ziman ku ji ber sersariyê heta 15'ê mijdarê dest bi germkirina dibistanan nekirine û xwendekar di polê sar de dersê dibînin.      Serokê Komeleya Hatîbên Îmam a ONDER a Amedê Îbrahim Gokdemir jî îdîa piştrast kir û got: "Walîtiya Amedê bi biryara "Lijneya Derdorê ya Taxan" biryar girtibu ku di 15'ê Mijdara 2019'an de kalorîferên dibistanan pêkevin. lê niha em dikevin Kanûnê û hêj li dibistanan sotemenî tune ye." Gokdemîr senîkayên Egitim Bir Sen û sendîkayên din ên perwerdehiyê rexne kir û got: "Ma hêj li benda çi ne. Ma Egitim Bir Sen ji bîr kiriye ku ew li vî bajarekî sendîkayek erkdar e."