59 serlêdanên der barê kuştina kesên li Cizîrê hatin redkirin 2019-11-29 09:06:34 ŞIRNEX - Derbarê mirinên di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de, doza tazmînata madî û manewî li Wezareta Karên Navxweyî hatibû kirin. Ji serlêdanên hatin kirin 59 jê hatin redkirin. Di biryarê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan hat gotin "endamên rêxistinê ne" û loma di warê xizmetê de tu qisûreke îdareyê çê nebûye.  Li navçeya Cizîr a Şirnexê, di navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 2'yê Adara 2016'an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Di dema vê qedexeyê de gelek kesî jiyana xwe ji dest dabû. Lêpirsînên hatin destpêkirin jî piranî jê bi "bêşopandinê" bi dawî bûn. Derbarê kesên jiyana xwe ji dest dabûn li Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê doz hatibû vekirin ku Wezareta Karên Navxweyî tazmînata madî û manewî bide, lê belê serlêdanên hatin kirin hatin redkirin.    JI 81 SERLÊDANAN 59 JÊ HATIN REDKIRIN    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), li ser navê 81 kesên jiyana xwe ji dest dane û wekaleta wan di dest wan de ye, ji bo tazmînata madî û amnewî serî li Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê dabû. Piştî serlêdanan doz hatibû vekirin. Hin doz bêyî danişînên wan çê bibin pêk hatin. Heta niha dadgehê ji van serlêdanan 59 jê red kirine û 22'yên mayî jî hîn bi dawî nebûne.    Dadgehê di biryarê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane got, "endamên rêxistinê ne" û loma di warê xizmetê de tu qisûreke îdareyê çê nebûye.