‘Tu tişt nikare van pêkanînên kêfî rewa bike' 2019-11-29 09:05:53 EDENE – Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa L a Turkoglû ya Mereşê, çalakiya girtiyan a li hemberî pêkanîna jimariya şipyakî di roja 5'an de ye. Girtî Halît Şaşmaz nameyk şand û got: "Tu tişt nikare van pêkanînên kêfî rewa bike."  Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa L a Turkoglû ya Mereşê, çalakiya greva birçîbûnê ya 4 girtiyan ji 25'ê Mijdarê ve didome. Girtiyan li hemberî pêkanîna jimariya şipyakî ya di terhê nîzama leşkerî de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kiriye. Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Halît Şaşmaz nameyek şand û di nameya xwe de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.    ‘EM TÊN DERBKIRIN'    Şaşmaz, diyar kir ku li girtîgehê bi awayekî dijwar bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin û got, gardiyan rojê du caran nîzama leşkerî ya şipyakî li wan ferz dikin. Şaşmaz, destnîşan kir ku ji ber vê ferzkirinê qebûl nakin bi mudaxliyên fizîkî re rû bi rû dimînin. Şaşmaz, da zanîn ku kapasîteya qawîşên wan 12-24 kes in, lê belê 3-5-9 dimînin û xwestine qawîş bibin yek, lê belê îdareya girtîgehê guh nedaye wan. Şaşmaz, nikarin daxilî tu çalakiyeke civakî bibin, li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û heqaret li wan tên kirin.    ODEYÊN BISÎNGER    Şaşmaz, bilêv kir ku li qawîşên demborî û li hucreyan jî nîzama leşkerî ya şipyakî li girtiyan tê ferzkirin û got: "Li korîdoran em tên derbkirin. Destên me ji paş ve kelemçe dikin, serdevkî dirêj dikin û bi vî awayî me li odeyên bi sînger dihêlin. Ev pêkanînan li me hemûyan tê ferzkirin. Dixwazin li korîdorê em di rêzê de bin, di destên me de saet tunebin û ber kingên me girtîbin. Li têketin û derketina qawîşan nasname tê ferzkirin. Ji ber em qebûl nakin, di rewşên lezgîn de me naşînin revîrê."    Şaşmaz, da zanîn ku rojnameya Yenî Yaşamê û kargoyên ji wan re tên nadin wan û got, dozger û midûrê girtîgehê dibêjin "teblîxata te heye, divê tu îmze bikî" û gava girtî diçin cem wan sîxurtî û îtirafkariyê li wan ferz dikin. Şaşmaz, çarşef, betanî, pirtûk, saet, pênûss û amûrên paqijiyê nadin wan.    'ME DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIR'    Şaşmaz, ev tişt gotin: "Ronahiyên hucreyan heta serê sibehê geh tên vêxistin geh tên tefandin. Bi vî awayî dixwazin di warê derûnî de zextan li me bikin. Ji bo dawî li van pêkanînên kêfî û binpêkirina rûmet û hesasiyetê bên, me di 4'ê Mijdara 2019'an de daxwazname û name ji sazî û dezgehan re şandin, lê belê me bersiv negirt. Îdareya girtîgehê bi israr xwe li endîtinê datîne. Ji ber vê di 11'ê Mijdarê de me 2 rojan xwarin wernegirt û di 18'ê Mijdarê de jî ji bo du rojan me dest bi greva birçîbûnê kir. 25'ê Mijdarê jî di nav de hevalekî me (Erkan Aydin) dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Wê ev hejmar zêde bibe. Em pêkanînên kêfî yên personel û rêveberiya girtîgehê qebûl nakin. Wê bi cezayên hucreyan û şewitandina înfazan nikaribin me bitepisînin. Wê tu tişt nikaribe van pêkanînên kêfî rewa bike."    MA / Hamdûllah Kesen