ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-29 09:00:28 * Esnafên Çarşiya Şewitî ya Sûrê, diyar kirin ku piştî rûxandina li navçeyê kes nemaye û gotin: "Dilê Amedê, Sûr bû. Dilê bajêr hilqitandin."  * Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa L a Turkoglû ya Mereşê, çalakiya girtiyan a li hemberî pêkanîna jimariya şipyakî di roja 5'an de ye. Girtî Halît Şaşmaz nameyk şand û got: "Tu tişt nikare van pêkanînên kêfî rewa bike."    * Derbarê mirinên di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de, doza tazmînata madî û manewî li Wezareta Karên Navxweyî hatibû kirin. Ji serlêdanên hatin kirin 59 jê hatin redkirin. Di biryarê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan hat gotin "endamên rêxistinê ne" û loma di warê xizmetê de tu qisûreke îdareyê çê nebûye.    * Katrîn Nîkolao, di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hedefgirtina xirîstiyanan nirxand û got: "Tê xwestin bi van êrîşan tevgereke koçberiyê ya nû bidin destpêkirin. Armanc, ji wir derxistina wan mirovan e."    * Hîndekara Beşa Hiqûqa Qanûna Bingehîn a Zanîngeha Bahçeşehîrê Doç. Dr. Dîdem Yilmaz, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got, Wezareta Karên Navxweyî erkên ku Qanûna Bingehîn dane destê wê bi awayekî kêfî bi kar tîne. Yilmaz, destnîşan kir ku wezaret bi vî awayî "sûc" dike.    * Rektora Zanîngeha Mûnzûrê Ûbeyde Îpek, ajovanê xwe danî ser Sekreteriya Fakulteya Ragihandinê.    * Zimanzan Zana Farqînî derbarê “Tora Ziman û Çandan” de diyar kir ku ziman ne tenê aydê partî, rêxistin û dezgehekê ye û got: “Ziman aydê miletan e. Divê hemû partî li dora ziman bibin yek.” Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier jî da zanîn ku armanca wan ew e ku di nava mehekê de civîneke xurtir çê bikin û got: “Ev xebata me li dijî asimilasyona ziman û çandê ye.”     * DÎSK, KESK, TTB, TMOOB, Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Stenbolê û Komeleya Hekîmên Kargeriyan, dê têkildarî ewlehî û tenduristiya kar, li Salona Konferansê ya Baroya Stenbolê 2 rojan sempozyumê li dar bixin. (09.30-17.00)   * Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, dê li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.30)    * Danişîna doza komkujiya 5'ê Hezîranê dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Etimesgut a Enqereyê be ditin. (14.00)   * Baroya Amedê dê ji bo Tahir Elçî bibîr binin li pêş Edliyeya Amedê di hefteya 204'an de Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî li dar bixin. (13.30)   * Vakfa Tahîr Elçî û Baroya Amedê biboneya Tahîr Elçî bibîr bînin dê li Sînemaya Bajar a li Diyar Galeria fîlmê “Gorulmuştur” bidin temaşekirin. (17.00)   * Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê li Salona Dahwetê ya Gala şahiyekê pêk bînin. (17.00)