Hashtag a #BerivanAltanRojnameger e saet di 21.00'an de dest pê dike 2019-11-28 19:50:04   ENQERE - Komek rojnameger bi boneya piştgiriyê bidin Rojnameger Berîvan Altan a di 26'ê mijdarê de hat binçavkirin serbest bê berdan saet di 21.00'an de Hasthtag a  #BerivanAltanRojnamger e dest pê dike.    Komek rojnameger bi armanca piştgiriyê bidin Rojnameger û Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Berivan Altan a di 26'ê mijdarê de li mala xwe ya Enqereyê hat binçavkirin û birin Mêrsînê, saet di 21.00'an de li ser tora medya civakî  hashtag a #BerivanAltanRojnamger e ( #BerivanAltanGazetecidir ) didin destpêkirin. Koma rojnamegerên xwe bi navê Rojnamegerên li Pey Heqîqetê li xwe kirin, diyar kirin ku sirf ji ber rastiyan bi civakê re parve dikin rastî tundiya îktîdarê tên. Koma rojnamegeran anîn ziman ku wekî Rojnamegerên li pey Heqîqetê ne zextan qebûl nakin û li hemberî van zextan serî natewînin û bêdeng namînin.