Li Agiriyê 5 kes hatin girtin 2019-11-28 17:11:17   AGIRÎ - 5 HDP’iyên li navenda Agiriyê û navçeyên wê duh di saetên serê sibê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin. 6 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Li navend û navçeyên Bazîd, Dutax û Avkevir ên Agiriyê, polîsan duh di saetên serê sibê de bi ser malan de girtibûn û 11 endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) binçav kiribûn. HDP’iyên îro sewqî edliyê hatin kirin û îfade dan dozger, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 5 rêveberên HDP’ê hatin girtin û 6 kesê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Navê kesên hatin girtin wihan e: “Rêveberên HDP’ê yên Bajêr Kazim Aslan û Celal Kurkçu, rêveberê HDP’ê yê Bazîdê Farûk Sevkan, Hevseroka Avkevirê ya berê Elîf Aslan û û Encumenê HDP’ê yê navçeya Dutaxê Îrfan Aslan.”