Li Mêrdînê 7 ciwan hatin berdan 2019-11-28 16:49:33   MÊRDÎN – Li Mêrdînê duh 7 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ku polîsan ew binçav kiribûn hatin berdan.    Li navenda Mêrdîn û navçeyên wê duh serê sibê polîsan di serdegirtina malan de endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Elîf Înan, Mizgîn Sirnaç, Azat Akansel, Sultan Irmak, Ozgur Ermîş, Hatîp Oncu û Hîlal a paşnavê wê nehat zanîn binçav kiribûn. Li Midureiyeta Polîsan a Mêrdînê îfadeyên ciwanan hat girtin û ew berdan.    Hat zanîn ku ciwan bi gumana “Sûc dikin” hatine binçavkirin û di binçavan de pirsa “Têkiliya web i PKK’ê re çi ye” hatiye kirin.    Her wiha hat ragihandin ku di binçavan de muameleya xerab û zext li ciwanan hatine kirin.