Ceza li rojnameger Yasûl, Kırkaya, Paksoy û Keleş hat birîn 2019-11-28 15:21:58   STENBOL - Di daneşîna doza rojnameger Azîz Orûç, Selman Keleş, Ozgur Paksoy, Kenan Kirkaya, Îshak Yasul û Ersîn Çaksû de ceza li rojnameger Yasûl, Kırkaya, Paksoy û Keleş hat birîn.    Daneşîna doza rojnameger Azîz Orûç, Selman Keleş, Ozgur Paksoy, Kenan Kirkaya, Îshak Yasul û Ersîn Çaksû ku ji ber hin nûçeyên ku di navbera 21'ê Cotmeh-1'êMijara 2016'an de hatine weşandin tên darizandin, li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran Stenbolê hat dîtin. Daneşîna ku rojnamegerên tên darizandin tevlî nebûn, parêzer Ozcan Kiliç lê amade bû.    Hatiye diyarkirin ku cezayê ku derbarê girtina rojnameger Ersîn Çaksû û Azî Orûç de hatiye dayîn hê jî înfaz nebûye.    Parêzer Kiliç, beraata muwekilên xwe xwest û di rewşeke berovajî de cezayê bê dayîn aşkerakirin wî bê taloqkirin.    Dadgehê biryar da ku dosyayên Ersîn Çaksû û Azî Orûç bên veqetandin.    Her wiha dadgehê bi hinceta "biçûkxistina bi awayekî aşkera ya rayedarên darazê" 5 meh ceza li rojnameger Yasûl, Kırkaya, Paksoy û Keleş birî û aşkerakirina ceza taloq kir.   Cezayê ku li Keleş hat birîn jî taloq kir.