Ji paralamentera berê ya HDP'ê Bîrtane re 15 sal ceza xwestin 2019-11-28 14:27:32 AMED - Bi sûcdariya "Damezrandin û rêvebirina rêxistinê" ji bo Paralamentera Berê ya HDP'ê Mulkiye Bîrtane ji 10 salan heta 15 salan ceza hat xwestin.   Daneşîna doza ku bi sûcdariya "Damezrandin û rêvebirina rêxistinê" li Edama Dîvana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Paralamentera Berê ya HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane hatibû vekirin, li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Daneşîna ku ji aliyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, parlamenterên HDP'ê Semra Guzel, Ebrû Gunay, Meral Daniş Beştaş, Salîha Aydenîz, Îmam Taşçier û Hevserokê HDP'ê yê Bajar ê Amedê Zeyyat Ceylan ve hat şopandin, Bîrtane, li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye, bi rêya SEGBÎS'ê tevlî bû.    Di daneşînê ku Bîrtane ku ji salek zêdetire girtî ye, îfadeyên xwe yên berê dubare kir û tehliyeya xwe xwest. Parêzera Bîrtane, Pîrozhan Karalî jî di parastina xwe de diyar kir ku sûcdariyên ku li muwekîla wê hatine kirin, fîîlên bi nasnameya xwe ya parlamenteriyê kirine û nabin sûc. Karalî destnîşan kir ku muwekîla wî bi xebatên xwe yên KCD'ê tê sûcdarkirin lê ji aliyê Dadgeha Bilind ve biryar hatiye dayîn ku endamtiya KCD'ê nabe sûc.    DOZGER CEZA XWEST   Dozgerê Komarê piştî parastinê mutalaa xwe aşkera kir û bi sûcdariya "Damezrandin û rêvebirina rêxistinê" ji bo Bîrtane ji 10 salan heta 15 salan ceza xwest.     Parêzerên Bîrtane ji bo parastina li dijî mutalaa dozger dem xwestin.    Dadgehê, ji bo parêzer parastinên xwe amade bikin daneşînê taloq kir.