3 sal ceza li rojnamevan Denîz Kiliç hat birîn 2019-11-28 13:48:10 ÊLIH – Dadgeha Êlihê 3 sal, mehek û 15 roj cezayê hefsê li nûnerê berê yê rojnameya Azadiya Welat Denîz Kiliç birî.  Danişîna ewil a doza nûnerê Êlihê yê rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin ê berê Denîz Kiliç li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Kiliç bi angaşta di navbera salên 2014-2015’an de li ser medya civakî nûçe parve kiriye û “propaganda rêxistinê kiriye” heta daxwaza 5 sal cezayê hefsê tê darizandin. Kiliç beşdarî danişînê bû û rojnamevanan doz şopandin.    DANIŞÎN BÊPARÊZER HAT DÎTIN   Balkêş bû ku parêzerê Kiliç tune bû. Piştî xwendina angaştnameyê Kiliç parastina xwe kir. Kiliç da zanîn ku parvekirinên wî tenê nûçe ne û wêneyên parvekirine aîdî Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hatiye girtin in.  Kiliç bersiva pirsên “Tu rojnamegerî? Tu li kîjan rojnameyê dixebitî?” yên serokê dadgehê da û got: “Belê ez ji bo DÎHA’yê wek nuçegihan dixebitîm.” Balkêş bû ku serokê dadgehê gotina “Ez nûçegihanê DÎHA’yê bûm” a Kiliç wek “rojnamevanê Daiyar” derbasî girtekê kir. Kiliç anî ziman ku parvekirinên wî ne sûc in û parvekirinên xwe bi armanca nûçeyan parve kiriye û di çarçoveya azadiya derbirînê de kiriye.    DOZGER XWEST BÊ CEZAKIRIN   Serokê dadgehê ji Kiliç re got “Em ê niha biryar nedin” û navber da danişînê. Piştî navberê dadger xwest dozger mutalaya xwe pêşkêş bike. Dozger got parastina Denîz Kiliç ew e ku dixwaze xwe ji sûc rizgar bike û bi angaşta “propaganda rêxistinê ya li pey hev” xwest Kiliç bê cezakirin.    CEZAYÊ HEFSÊ DANÊ   Serokê dadgehê ji Kiliç re got “Darizandin temam bû, me bi wîjdanî biryar da ku tu sûcdarî.”    Heyeta dadgehê bi angaşta “propaganda rêxistinê kiriye” 3 sal, mehek û 15 roj cezayê hefsê li Kiliç birî.    DÊ ÎTÎRAZÎ BIRYARÊ BIKE    Kiliç piştî danişînê bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: “Tiştek bi navê hiqûqê nemaye. Wîjdanê wan 3 sal mehek û 15 roj e.” Kiliç got ew ê îtîrazî biryarê bike.