Parêzerên xwestin Tahir Elçî bi bîr bînin hatin derpkirin 2019-11-28 13:46:41 ENQERE - Parêzerên xwestin li ber Edliya Enqerê ji bo Tahir Elçî daxuyanî bidin, bi hinceta “Hûn ji bo welatiyên dixwazin bikevin edliyê dibin asteng” ji aliyê polîsan ve hatin derpkirin.    Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Hiqûqa Civakî, xwestin bi boneya 4’emîn salvegera kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî li ber Edliya Enqerê daxuyanî bidin çapemeniyê.     Parêzerên li ber deriyê B ê edliyê kom bûn, ji aliyê polîsan ve bi hinceta “Fermana walîtiyê” û “Hûn ji bo welatiyên dixwazin bikevin edliyê dibin asteng” hatin astengkirin.    Parêzerên di daxuyanî dayînê de israr kirin, dest bi xwendina metna daxuyaniya çepmeniyê kirin. Polîsan di wê kêliyê de êrîşî parêzeran kirin. Polîsên ku bi mergalên xwe mudaxile kirin, parêzer derp kirin. Polîsan dîsa pankarta “Em te ji bîr nakin” a parêzeran amede kiribûn, çirandin û avêtin çopê.    Parêzerên ku bertek nîşanî êrîşa polîsan dan, dinava edliyê de dirûşmeyên “Tahir Elçî bêmirine” û “Em hemû Elçîne, bi kuştinê em xelas nabin” berz kirin.     Bîranîn, di odeya Baroya Enqerê ya di nava Edliyê de, dewam kir.