ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-07 09:00:30 *9 parlementerên HDP'î yên girtî bi riya parêzerên xwe ji ber girtin, binçavkirin û ragirtineke dûr û dirêj a neheq doza tazmînatê vekirin. Her parlementerek doza madî ya 100 hezar lîre û doza manewî ya milyonek lîre vekirin.  *Der barê Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş de ji ber hin gotinên di hevpeyvîna ku Süddeutsche Zeitung pê re kiribû fezlekeyeke din jî hat amadekirin. Fezleke li ser giliya "kesekî ku navê wî veşarî" bi hinceta "propagandaya rêxistinê" hat vekirin.    *Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, ji ber di girtenameyên Meclîsê de peyva "Kurdistanê" xelet hat qeydkirin serlêdan pêk anî bû. Lê belê Serokatiya Meclîsê ji bo serlêdanê got "Li Tirkiyeyê bi navê Kurdistan erdnîgariyek tune ye" û ji bo vê serlêdana Botan kirarî nedan destpêkirin.    *Parêzer Mûstafa Eraslan ku 14 caran bi Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re hevdîtin çê kir, anî ziman ku Ocalan ji bo hemû gelan siûdek e û ev tişt gotin: "Dema Ocalan li Romayê bû wiha gotibû 'Bi salan min we di cihê herî kûr ê dilê xwe de veşart. Min we parast.' Wisa difikirim ku divê niha gel jî Ocalan biparêze."    *Bêhna petêxên zivistanê ku wek "petêxên Erebgirê" û "kumê kalo" tên zanîn sûka Meletiyê rapêçaye.    *Qeyûmê Şaredariya Farqînê, mifteyên hemû malên şînê yên li navçeyê birin şaredariyê. Ji bo malbat şîna xwe deynin divê keya bibin kefîl û her wiha bi hinceta "qedexe" ye malên şînê nadin malbatên HPG'yiyan.    *Lîstika komediyî ya "Bêru" ku dê ji aliyê NÇM'ê ve bê pêşandan, wê li gelek bajaran xwe bigihîne hunerhezan.    * Li Amedê du ciwanan li ser medyaya civakî bi dirûşmeya "bila tu kes necemide" kampanyaya kincan dan destpêkirin û her diçe piştevaniya ji bo vê kampanyayê xurtir dibe.    *Dildarê TAKSAV'ê Mesut Gungor der barê Mîhrîcana Şanoyê 6'emîn a Îzmîrê ya Navneteweyî de agahî dan û da zanîn ku ew bi têmaya "Wêrekî"yê, li dijî tirsê sekneke hevpar nîşan didin.    *Şukran Cansever li navenda Wanê xwarinpêj vekiriye û masiyan di tendûrê de dipijîne. Cansever aşkera kir ku bi vî awayî çêja masiyan xweştir e.   *Qeyûmê Şaredariya Artemêtanê, destpêkê navê Kreşa Taybet Înan a cenazeyê wê hefteyekê li nêv kolanê hat hiştin, guherand û paşê jî deriyê wê qufuland.   *Ji ber qedexeyên di bin navê “Herêma Ewlekariya Taybet”ên li zozan û çêreyên Colemêrgê gundiyan nekarîn amadekariyên xwe yên zivîstanê bikin. Ji ber zêdebûna buhayên êm û kayê gundî ji mecbûrî koçî herêma Botanê kirin.    * Danişîna doza 32 akademisyenên der barê wan de doz hatine vekirin dê li 32, 33, 34 û 36’emîn Dadgehên Cezayên Giran ên Stenbolê bên dîtin. (09.00-17.00)   * 62'emîn danişîna doza Rojnameger Hrand Dink ê 83 bersûcê dozê hene dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)    * Parêzer dê di hefteya 36’an de li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê çalakiya Nobeta Edaletê pêk bîne. Nûnerên Egîtîm Sen, SES û TTB'ê jî dê tev li daxuayniyê bibin. (09.00/11.30)   * Komeleya Xweza û Derdorê ya Mêrsînê dê li Cemîyeta Rojnamegerên Mêrsînê têkildarî çiftlika masiyan daxuyaniye bide çapemeniyê. (12.30)   * Çalakiya Kolana Yukselê ya em karê xwe paşve dixwazin dê di roja 392’an de berdewam bike. (13.30/18.00)   * Malbatên Roboskê dê di hefteya 310'an de çalakiya xwe berdewam bikin. (16.00)