AYM: Desteserkirina nameya girtî binpêkirina maf e 2019-11-28 12:43:40 WAN – Dadgeha Destûra Bingehîn desteserkirina nameya girtî Orhan Bîngol ê li Girtîgeha Boluyê ku ji rêxistinek sivîl a civakî re şandibû “binpêkirina mafê azadiya agahdarkirinê” dît û got ew name nabe sûc.    Girtiyê hikûmxwarî Orhan Bîngol ê cezayê muebetê lê hat birîn û li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dimîne, ji rêxistinek civakî ya sivîl re name şandibû. Rêveberiya Girtîgehê dest danîbû ser nameyê. Desteserkirina nameyê veguhezandin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û name bû mijara nîqaşê. AYM piştî nîqaşê biryara xwe eşkere kir û da zanîn ku vê sepana desteserkirina nameyê li dijî “binpêkirina mafê azadiya ragihandiyê ye” û got nabe sûc.    AYM diyar kir ku desterkrina nameyê detwerdana li dijî mafê agahdariyê ye. AYM da zanîn ku ragihandina pirsgirêkan ji bo komeleyan nabe sûc. Her wiha AYM’ê biryar da ku ji ber “mafê azadiya agahdariyê” yê Bîngol hatiye binpê kirin divê hezar TL tazmînat were dayîn û dosyeyê şand Dadgeha Înfazê.