Şandeya doza ‘Parêzerên KCK’ê’ hat guhertin 2019-11-28 11:31:19   STENBOL - Danişîna “Doza Parêzerên KCK’ê” ya darizandina 46 parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat dîtin. Şandeya 19’ê Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya “Doza Parêzerên KCK’ê” hat guhertin.    Danişîna “Doza Parêzerên KCK’ê” ya darizandina 46 parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stebolê hat dîtin. Hin parêzerên derve de tên darizandin û gelek parêzesr beşdarî danişînê bûn. Ji parêzerên ne girtî tên darizandin Îbrahîm Bîlmez, Mûstafa Eraslan, Asya Ulker, Mehmet Sanî Kizilkaya û rojnameger Cengîz Kapmaz beşdarî danişînê bûn.    Gelek parêzer di danişînê de amede bûn û şandeyên biyanî danişîn şopandin. Bi dest pêkirina danişînê, derket holê ku şandeya dadgehê hatiye guhertin. Danişîn bi danasîna nasnameyan dest pê kir. Ji ber ku şandeya dadgehê hatibû guhertin, girtekên berê hat xwendin.    Dûre parêzer Rezan Sarica mafê parastinê girt û xwest daxwazên wan ên bi daxwaznameyek 5 rûpelî ya li ser navê parêzer Esra Salmanli ya di 12’ê Tîrmeha 2019’an de dabûn dadgehê bên bi cih anîn û mijarênn kêm bên temamkirin.   Şandeya dadgehê, biryar da ku îfadeya şahid Îrfan Dundar bê girtin û di çarçoveya vê yekê de biryar bide. Şandeyê dûre danişîn taloqî 26’ê Adara 2020’an kir.