Meclîsa Mexmûrê: Hikûmeta Iraqê ji vê êrîşê berpirs e 2017-12-07 07:03:34 MEXMÛR - Meclîsa Gel a Mexmûrê, têkildarî êrîşa şevê din li dijî hêzên parastina ewlehiyê pêk hat daxuyanî da û diyar kir ku Hikûmeta Navendî ya Iraq û hêzên ku qada hewayî ya Iraq bikar tînin berpirs in.  Meclîsa Gel a Mexmûr, têkildarî êrîşa di saetên êvarê de li dijî wargeha Mexmûrê pêk hat daxuyaniyeke nivîskî weşand. Meclîsa Gel a Mexmûrê di daxuyaniyê de wiha got: “6’ê Kanûnê di saet derdorî 18:45’an de li dijî hêzên Ewlekariya Parastinê ya Mexmûrê ku li Kampa penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê ya di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ye pêk hatiye. Di encama vê êrîşê de ji hêzên Ewlekariya Parastinê ya Mexmûrê şehîd û birîndar hene. Hêzên Parastina Mexmûrê, ji Tebaxa 2014’an û şûnde li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji bo welatiyên sivîl ên Wargeha Mexmûrê biparêzin hatibû avakirin. Ev yekîneyên parastinê yên ku xwe dispêrin hêzên xweser ên gelê wargehê, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê welatiyên sivîl ên li wargehê bi awayekî aktîf parastibûn."    HIKÛMETA IRAQÊ BERPIRSIYAR E    Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hikûmeta Navendî ya Iraq û hêzên ku qada hewayî ya Iraq bikar tînin ji vê êrîşa ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin, berpirs in. Li herêma ku êrîş lê pêk hatiye, qada hewayî ji aliyê hikûmeta Navendî ya Iraqê ve tê parastin. Divê têkildarî vê êrîşê Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi lezgînî daxuyaniyek bide. Têkildarî daneyên berfireh ên êrîşa li dijî kampa penaberan a mirovên sivîl lê dijîn, wê di saetên pêş de agahî bi raya giştî re bê parvekirin.”