Helbestvan Erbaş: Pêşeroja siyaseta ku kurd di nav de nebin, tuneye 2019-11-28 10:46:48 SÊRT - Helbestvan Şukru Erbaş, diyar kir ku bûyerê îro li herêmê diqewimin, ji salên 90’î dijwartirin û got: “Li tu welatan, evqas wêrankirin û şikandina rûmeta mirovan tuneye. Tu welat bi cihêkarî û şikandina rûmeta mirovan bi ser nakeve. Pêşeroja tu siyasetekê ku kurd di nav de nebin, tuneye.”    Helbestvan Şukru Erbaş ê piştî 25 salan hat Sêrtê û beşdarî roja îmzeyan û konsera helbestan bû, ji duh heya îro tiştên li herêmê tên jiyîn ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.     Erbaş, diyar kir ku berî 25 salan li ser daxwaza Egîtim Senê wî yekemîn car bajarên kurdan ziyaret kir û wiha axivî: “Min ji Enqerê heya Sêrtê bi otobusê 17 saetan rêwîtî kir. Heya em gehiştin Sêrtê em 40 caran di cihên lêgerîn û kontrolê re derbas bûn. Lêpirsîna kontrola nasnameyan û lêgerîna baxajan hat kirin. Di serdama xwe ya berê de yekemîn car bû ku şahidiya tiştên li bajarên kurdan tên jiyîn dikim. Mîna sehneya fîlmekê windakiribû. Her tişt pir ecêb bû. Ji bo nostajiyê van tiştan nabêjim. Weke ku em li ser welatekê biyanibûn û hemû axa wê hatibû dagirkirin bûn. Lê di rastiyê de me ev erdnîgarî dizanibû.”    ‘HÛN DEWLETEK ÇAWAN DIBIN BIBIN, LÊ EV MAFÊ WE TUNEYE’   Erbaş, anî ziman ku ligel hemû tiştên hatin jiyîn jî, piştî 25 salan eleqe heyî mîna îro pir zêdeye û wiha bilêv kir: “Mirovên vê erdnîgariyê ligel hemû zorî û zehmetiyên jiyan jî, dîsa pir bi hêvîne û ez vê hêviyê dibînim. Dema ku em salên 1990’an bi roja îro ve tînin beramberî hev, polîtîkayên dewletê yên derbarê kurdan de qet neguherîne. Salên 90’î ji bo kurdan salên pir bi êş bûn. Lê îro ji bo kurdan hîn dijwartire. Êrîşên pir zalimane û bêexlaq li dijî kurdan hene. Ev wiha nabe. Hûn nikarin mirovan di kolanên wan de, di bajarên wan de û di malên wan de evqasî tacîz bikin. Hûn nikarin van êşên mezin bi wan bidin jiyîn. Hûn dewletek çawan dibin bibin, lê ev mafê we tuneye. Em behsa erdnîgariyeke bi hezaran sal a mirovan dikin. Êşên ku em dijîn, ne weke salên berê ne. Wariya mirovan şikand. Bendên heskirinê dan windakirin. Ev birînekê xedare. Lê bila neyê ji bîr kirin ku, yên birîndar dikin, heya mirinê wê birîndar bimîne.”    'SIYASETA KU KURD DINAVÊ DE NEBIN PÊŞEROJA WÊ TUNEYE’   Erbaş, bal kişand ser siyaseta Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Em di serdemekê ku divê kurd û tirk demildest derbas bikin re, derbas dibin. Divê hemû tirk baş zanibin ku siyaseta ku gelê kurd di navê de tunebe, pêşeroja wê siyasiyetê tuneye. Tu welat bi cihêkarî û şikandina rûmeta mirovan bi ser nakeve. Ligel hemû tiştî jî ez bi hêvîme. Ez dixwazim hêvî çêbe û bihêzbûn derkeve holê. Wê tu kes bi tu cihî ve neçe. Ne wê kurd û ne jî wê tirk biçin. Emê hemû bi hevre li vê derê bijîn. Wê kes kesekê bin nexwe. Emê bixwe xwe birînin xwe sax bikin. Tu hêz wê nekare vê baweriya min bişkîne û tu siyaset wê nekare vê hêviya min ji min bigire.”   ‘DIVÊ RONAKBÎR DENGÊ XWE DERXÎN IN’   Erbaş, da zanîn ku divê ronakbîr dengê dengên xwe derxînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ligel hemû tiştî jî, ronakbîrên li dijî xerabiyan derdikevin hene. Ev yek jî hêviyê dide mirovan.”    MA/Metin Yoksu