Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan 2019-11-28 10:45:46   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muvekkilên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye Razîye Turgut, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahim Bîlmez, bi boneya bi muvekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên Ocalan Newroz Uysal û Rezan Sarica, piştî hevditina 8 salan herî dawî di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxê de çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. Parêzer pişî hevdîtina 7'ê Tebaxê carek din serlêdana wan nehat bersîvandin. Hemû serlêdanên parêzeran bê bersîv hatin hiştin.