‘Ger hikumetê bixwesta dikarîbû faîlên Tahir Elçî derxîne holê’ 2019-11-28 09:49:36 COLEMÊRG/AGIRÎ - Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, derbarê pêvajoya darizandinê ya cînayeta Tahir Elçî de axivî û got: “Ger hikumetê bixwesta dikarîbû faîlên Tahir Elçî derbixîne holê.” Serokê Baroya Agiriyê Vûral Kaya jî, diyar kir ku desthilatdarî naxwaza faîl derbikevin holê û got: “Ev mijara şermê ye.”  Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de dema li ber Mînareya Çar Ling a li navçeya Sûra Amedê ji bo rûxandina minareyê daxuyanî dida çapemeniyê hat kuştin. 4 sal bi ser kuştina Elçî re derbas bûn. Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan û Alîkarê Serokê Baroya Agiriyê Prz. Vûral Kaya bi boneya 4’emîn salvegera qetilkirina Elçî axivîn û diyar kirin ku têkoşîna Elçî, ji bo civata hiqûqî mîrateyek mezin hişt. Serokên Baroyan, da zanîn ku di pêvajoyek wiha de ne pêkane ku lêpirsîna derbarê Elçî de bi encam bibe.    'GER HIKUMETÊ BIXWESTA DIKARÎBÛ VÊ BÛYERÊ RONÎ BIKE’   Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, diyar kir ku Tahir Elçî parêzerê vî gelê mexdûr bû û wiha axivî: “Lê ev qasidê aştiyê kuştin. Ligel hemû hewldanên Baroya Amedê û hiqûqnasan jî, di cînayeta Tahir Elçî de tu pêşketine çênebûye. Ev yek me pir xemgîn dike. Ez nizanim ku li vî welatî mirov dikare behsa demokrasiyê bike yan na, lê ger misqalekê wê jî hebe, wê demê divê ev cînayet bê ronîkirin. Ger hikumetê bixwesta dikarîbû vê bûyerê ronî bike û faîlan bibîne. Ev hikumeta divê berpirsên vê cinayetê derbixe holê. Hikumet û daraz di vê mijarê de erka xwe bi cih nayînin. Lê ev yek wê tu carî têkoşîna me paş nexwe. Emê tu carî Tahir Elçî ji bîr nekin.”    ‘EV ŞERMEK MEZINE’    Alîkarê Serokê Baroya Agiriyê Parêzer Vûral Kaya jî, anî ziman ku Tahir Elçî bitêkoşîna xwe, ji bo civata hiqûqî mîrateyek mezin hişt û wiha got: “Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû, got ku ‘Emê di serdema xwe de rê nedin faîlên kiryar ne diyar.’ Lê bi ser kuştina Elçî re 4 sal derbas bûn û hîna bersûc nehatine dîtin. Ev yek ji bo hiqûqa Tirkiyeyê şermek mezine.”    ‘KUŞTINA ELÇÎ POLÎTÎKE’   Kaya, dest nîşan kir ku cînayeta Elçî polîtîke û wiha bilêv kir: “Ji bo vê zemîn hat amadekirin. Berî ku Elçî bê kuştin li ser medya neteweyî li dijî wî dest bi hewldana lînçê hatibû kirin. Dûre rûyê sar ê mirinê di şexsê Elçî xwe nîşan da. Divê em parêzer û hemû baro bibin şopdarê vê bûyerê. Mirina her mirovekê ji bo me windahiyeke. Ji bo ku faîl derbikevin holê û bên darizandin, divê hemû kes berpirsiyartiya xwe bi cih bînin.”