Serokê Baroya Wanê Uçar: Kuştina Elçî sûîkast e 2019-11-28 09:27:05 WAN - Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, kuştina Tahir Elçî weke “Sûîkastekê” nirxand û got: “Veşartina vê sûîkatê bi hiqûqa Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Îro daraz li gorî siyasetê tevdigere. Di demek wiha de ne pêkane ku hin tişt derbikevin holê û bên ronîkirin. Lê çi dibe bila bibe, emê vê cînayetê ronî bikin.”  Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de dema li ber Mînareya Çar Ling a li navçeya Sûra Amedê ji bo rûxandina minareyê daxuyanî dida çapemeniyê hat kuştin. Bi ser kuştina Elçî re 4 sal derbas bûn. Di nava 4 salan de ji bo ku kuştina Elçî bê ronîkirin, lêpirsînek bi bandor nehat birêve birin. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar pêvajoya hat jiyîn nirxand û diyar kir ku desthilatdariyê daraz kiriye bin bandora xwe û dibe ku ehya demekê jî ev cîneyat neyê ronîkirin.    'ELÇÎ JI BO ME RONAHÎ BÛ’   Uçar, bibîrxist ku Tahir Elçî di tevahiya jiyana xwe de, li şûna şer tim aştî xwest û wiha axivî: “Di pêvajoya ku bû sedama qetilkirina Tahir Elçî de, bi taybetî piştî tevlî bernameyekê TV bû û gotinên di wê bernameyê de got, rastî bertekan hat. Dûre Tahir Elçî tim rastî lînçê hat. Elçî ji ber gotinên xwe yên di vê pêvajoyê de kirin, hat girtin. Piştre jî destekê tarî ev qasidê aştiyê qetil kir. Qetilkirina mirovekê wiha ji bo me hemûyan pir bi êşe. Ne tenê ji bo me, ji bo tevahiya welat rewşek pir bi êşe. Tahir Elçî ji bo me ronahiyê bû. Hiqûqnasekê rast û parazvanên mafê mirovan bû. Me di hemû xebatên xwe de behsa Tahir Elçî ji hevalên xwe yên parêzerên nû re dikir. Ji bo ku her kes vî nirxê girîng zanibe û li ser rêya wî bibe hiqûqnasek baş, divê em wî vebêjin.”       'DIXWAZIN BÊYÎ CEZA BI ENCAM BIKIN’   Uçar, da zanîn ku dixwazin cinayeta Elçî bêyî sûcdar bên cezakirin bi encam bikin û wiha got: “Ligel bi dehan belgeyan, agahiyan, delîl û pêvajoya derbas bûyî, hîn jî derbarê vê lêpirsînê de tu gavek şênber nehatiye avêtin. Weke baroyan me hemû dîmenên bûyerê ji Beşa Mîmartî ya Edlî ya Zanîngeha Londra Forensîc Archîtecure re şandin û pisporan rapor amede kirin. Di rapora hat amede kirin de, 3 polîs hatin tespît kirin. Derket holê yek ji van sê polîsan yek jê kujerê Elçiye. Ligel van hemû raporan jî gel ev bûyer nayê çareserkirin, wê demê di vir de pirsgirêkek cîd heye.  Dixwazin bêyî ceza li bersûcan bibirin dosyeya Elçî bi encam bikin.”    'EV SÛÎKASTEK AŞKERE YE’   Uçar, dest nîşan kir ku dixwazin mîna Roboskî ser vê cînayetê jî bigirin û wiha pê de çû: “Bi taybetî Baroya Amedê û komîsyona ji bo ronîkirina vê cînayetê hat avakirin, peywireke girîng dikin û dosyayê dişopînin. Dibe ku di pêvajoya îro ya heyî de, faîl dernekevin holê, lê teqez rojekê ev faîl derkevin pêşberî darazê. Li gorî min ev faîl îro bi destên hinekan tên parastin. Di rastiyê de ev cînayet sûîkasteke aşkereye. Veşartina vê sûîkatê bi hiqûqa Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Hiqûqa Tirkiyeyê zirarek pir mezin dîtiye. Siyaset darazê ber alî dike. Di demek wiha de ne pêkane ku hin tişt derbikevin holê û bên ronîkirin. Lê çi dibe bila bibe, heval û rêhevalên Tahir Elçî wê vê cînayetê ronî bikin.”    MA / Adnan Bîlen