Li Kampa Mexmûrê teqînek pêk hat: Birîndar hene 2017-12-06 22:14:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li kampa Mexmûrê teqînek pêk hat. Hat diyarkirin ku di teqînê de mirî û birîndar hene.    Li kampa Mexmûrê ya girêdayî Herêma Kurdistana Federe teqîneke mezin pêk hat. Hat diyarkirin ku êrîş li hemberî ewlekarên kampê pêk hatiye û di êrîşê de 4 peywirdarên ewlehiyê birîndar bûn. Hat hînbûn ku kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê.   Li kampê bi giştî 12 hezar û 500 kes û 2 hezar û 700 malbat hene.