Bazara S-400 û pêşeroja Tirkiyeyê 2019-11-27 16:18:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Niqaşên Tirkiye, Rûsya û DYA yên li ser S-400'an demek dirêj e didome. Herî dawî tevî hemû bertekên DYA Tirkiye di 12'ê Tîrmeha 2019'an de perçeyên fuzeyên S-400'an anîn Tirkiye. Piştî Tirkiye fuze ji Rûsya stendi, Tirkiye wekî yekem endamê NATO yê peyman îhlal kir û çek ji Rûsya stend ket dîrokê.  DYA ji bo Tirkiye bi NATO ve girê bide destûr da ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Niqaşên di navbera Tirkiye, Rûsay û DYA di didomin.    Dîroka pergala parastina hewa ku îro serkêşiya wê S-400 ya bûye mijara niqaşê dike, piştî 2'emîn şerê cîhanê yên salên şerê sar dirêj dibe. Dema niha, Yekîtiya Sovyetan li dijî hêzên ku ji bo xwe rakip û dijmin dibîne, li dijî paragela hewayî bêtir ji bejayê ve teknolojiya pergala parastinê pêş xist. Pergala fuzeyan a S-400 ku dîroka wê heta salên 1950'an dirêj dibe û îro pir tê niqaşkirin, wekî versîyona pergala S-300 a parastina fizeyan ku menzîla wê nîvdirêj e tê zanîn. Pergala S-400, di sala 1979'an de piştî S-300 derketin holê û şûnde, di destpêka sala 1980'an de bi navê wê demê Buroya tasarima Navendî ya Almaz (bi navê îro Şîrketa Endustriya Zanistiyên Almaz) li Yekîtiya Sovyetan pêş xist.    Piştî pêşxistina S-300'an, Hêzên rojavayî yên Navenda NATO'yê ne, ev pergal ji bo xwe wekî tehdît dît û li dijî vê yekê modelên "Balafirên nayên dîtin ango xeyalî" pêş xist. Radarên di S-400'an de hatin bikar anîn, xwedî hêz û kêrhatina ku dikarin şopa radara sivik û dikarin balafirên xeyalî bişopînin e.  Lêkolînerê bi qidem ê Enstîtuya Lêkolînên Aştiya Navneteweyî ya Stockholm a SIPRI Siemon Wezeman pergala S-400'an wekî pergaha parastina hewa ya herî pêşketî pênase dike. Pêşxistina pergala S-400'an, Di çileya 1993'an de ji aliyê Hêzên Hewa ya Rûsyayê ve hat ragihandin. Di sibata 1999'an de yekem testên serkeftî hatin kirin. Pergala parastina hewa ya S-400 bi awayekî fermî di 2007’an de ket xizmetê.    JI BER S-400 HERÎ ZÊDE DI NAVBERA TIRKIYE, RÛSYA Û DYA DE NIQAŞ  DERKETIN   Di sala 2015'an de li barageha bajarê Tartûsê ku di kontorla Rûsyayê de ye û bajarê peravê yê Sûriyeyê ye, di Adara 2014'an de tev li Kirimê kir, pergala fuzeyên S-400'an hat avakirin. Li Rojhilatê Dûr ê Rûsya û Bakurê Japonya, li Giravên Kurilê hat îdîakirin ku dê pergala parastina S-400 bê avakirin.  Tê gotin ku li şûna S-400'an bi armanca parastina hewa ya du qatmanan fuzeyên Pantsirê di 14'ê mijdarê de li Qamişloyê hat ava kirin. Li gorî Stratejiya Parastina Rusya, beriya modelek jora wê neyê destpêkirin, firotina pergala fuzeyên S-400'an nayê kirin. Heta niha gelek dewletan eleqeyek mezin nîşanî S-400'an da. Lê ji xeynî Rusya û Rûsya Spî Komara Gel a Çînê ji xeynî Tirkiye û Hîndistanê nefirotin tu welatên derve.  Ji ber fuzeyên S-400 herî zêde di navbera DYA-Rûsya û Tirkiye de niqaş derketin. Eleqeya ekîbê Serorokê AKP û Serokomar Erdogan di dema nelirêtiya 17-25'ê Kanûnê de pêş ket. Di vê pêvajoya ku îQtîdara Serokê AKP'ê Erdogan diheje de, di navbera cemaetên bi îqtîdara AKP’ê re tifaqin niqaş û nakokiyên berjewendiyê pêş ket.  Di vê pêvajoyê de rota Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan berê xwe da yekîneyên Ergenekon ên dewleta Kur a Tirk. Di navenda vê yekîneyê de Plana herêmê ya Rusya ku Avrasyayê diparêze hebû. Di sala 2012’an de Tirkiye ji bo pergala parastina hewa bistîne ket îhaleyê. Şîrketên CPMIEC a Çînî, Eurosam a Fransî û Îtalyanî şirîkê wê ne, Rosoboronexport a Ji Rûsyayê û Raytheon and Lockheed Martin a DYA beşdarî îhaheyê bûn. Çinê Îhale qezenç kir. Lê piştî NATO ket navbere proje rawestandin. Di sala 2015’an de piştî balafira Rusya ji aliyê hêzên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan ve hat xistin û krîzê dest pê kir, Erdogan  ji Putin lêborîn xwest.    S-400 BÛ SEDEMA KRÎZÊ   Di Tîrmeha sala 2017'an de  Rayedaran li Enqereyê daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo S-400 bên krîn hevdîtinên fermî dest pê kirine.  Piştî vê daxuyaniyê di navbera DYA û Tirkiyeyê de krîza S-400’an dest pê kir. Ev yek ji bo garantiya parastina îktîdara Erdogan û diyarkirina refê xwe yê navbera du aliyan girîng e. Niha di nava endamên NATO de yên di destê wan de pergala fuzeyên S-400 heye tune ye. Piştî Tirkiye vê pergalê ava bike, dê di nava endamên NATO de bibe endamê yekemîn.   DYA û endamên din ên NATO ji du aliyan ve li dijî vê peymanê derdikevin. Yek jê ji aliyê eskerî ve: Ev pergal ne li gorî pergala NATO ye. Ev yek dê di pratîkê de bi xwe re hin pirsgirêkan ava bike.  Pispor, diyar dikin ku pergala parastina hewa ya NATO ku bi hevre hatiye entegrekirin heye. Ger ku Tirkiye S-400 bikire, dê di aliyê transfera nitelik û teknolojiyê de di aliyê maliyetê de pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne.  Li aliyê din, girêdayî pergala NATO hin hurguliyên teknîkî yên Rusya û der barê pergala parastina Rûsya de dê têkevin destê NATO'yê.  Di aliyê siyasî de jî ger ku S-400 ji aliyê Tirkiyeyê ve têkeve meriyetê, dê têkiliyên Tirkiye û NATO ji nûve li ber çavan bê derbaskirin. Di vê pêvajoya ku di navbera Tirkiye û DYA de rageşî zêde ye, di navenda krîzê de pergala fuzeyan a S-400 ku ji Rûsya stendine heye.    BAZARA LI SER S-400'AN    Rusya di 19'ê Tîrmehê de fuzeyên S-400 teslîmî Tirkiyeyê kirin. Pişti fuze teslîmî Tirkiyeyê kirin DYA firotina balafirên F-35 ya Tirkiyeyê rawestand. Hin ceza xistin rojevê. Lê DYA ji bo Tirkiye di nava sînorê NATO de bihêle tavîz da ku Tirkiye têkeve Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Di hevdîtina Erdogan û Trump a di 13ê Mijdarê de li  Washingtonê pêk anîn de xala rojevê ya herî girîng mijara S-400’an bû. Duh jî li Enqereyê liv û tevgera hewayî pêş ket. Balafirên F-16 û hin amûrên hewa li herêma ku S-400 lê hatine bi cih kirin firiyan. Hat gotin ku ev firînên balafiran ji bo fuzeyên S-400'an test pikin pêk hat. Wezîrê Karên Derve yê DYA: Divê Tirkiye bi şiklekî xwe ji S-400’an rizgar bike. Cezayên ku em bidin Tirkiye hêj li ser maseyê ne. Hat gotin ku S-400 ne ji bo sînorên Tirkiyeyê, ji bo Qesra Erdogan li Enqereyê biparêze hatine kirîn. Li Rojhilata Navîn ku Tirkiye şerê sêyemîn ê cîhanê pêş dixe de êdî hatiye asta dawî ya ku dixwaze di navbera hevsengiya Rusya-DYA de sûdê bigire. Sedema herî mezin a vê yekê jî S-400 in.  Krîza S-400  dê di rojên pêş de bêtir kûr bibe.