Doza Buyukada taloq kirin 2019-11-27 13:47:33 STENBOL – Doza Buyukada ku 11 parazvanên mafên mirovan tên darizandin û dozger der barê 6 kesan de parastina “Endamtiya rêxistinê" ceza xwest, li ser daxwaza demê, taloqî 19'ê Mijdara 2020'an kirin.    Danişîna doza 11 parazvanên mafên mirovan ên di 5'ê tirmeha 2017'an de li Buyukadayê hatin binçavkirin û girtin, li 35'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat îtin. Dozger der barê 6 parazvanên mafên mirovan de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” cezayê  girtîgehê xwest. Nûnerên 11 Rêxistina di nav de Cîvîl Rînghts Defenders, Komelaya Şopandina Ji bo Mafê Wekhev, Navenda Hafizeyê û Kolemeya Înîsiyatîf a Maf jî hene, beriya danişînê, li ber edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Piştî danişînê dest pê kir, parazvanên mafên mirovan Îlknur Ustun, Taner Kiliç, Gunal Kurşun, Nalan Erkem, Nejat Taştan û parêzerên wan li salonê amade bûn. Di danişînê de dozger der barê  parêzvanên mafên mirovan Taner Kiliç, Gunal Kurşun, Îdîl Eser, Ozlem Dalkıran, Nejat Taştan, Velî Acu de bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" xwest bên cezakirin. Der barê 5 kesan din Peter Frank Steudtner, Ali Gharavi, Îlknur Ustun, Nalan Erkem û Muhammed Şeyhmus Ozbeklî de jî xwest bên beraet kirin. Parêzeran jî daxwaza dozger îtîraz kir û diyar kirin ku îdîaname wekî fezlekeyê hatiye amadekirin û xwest aliyên kêm yên mutalaayê bên temamkirin û doz bê taloqkirin. Heyeta dadgehê li ser daxwaza parêzeran doz taloqî 19'ê Sibata 2020'an kir.