Cihê gora Dr. Şivan pirsî 2019-11-27 13:33:23   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu, bi pêşnûmepirsekê, cihê gora bersûcê 'Doza 49'an' Dr. Saît Kirmizitoprak ku weke “Dr. Şivan” tê nasîn û 49 sal berê hatibû kuştin, ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay pirsî.    Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê ji Rêxistinbûn Berpirsyar û Parlamenterê HDP'ê Dersîmê Alîcan Onlu, têkildarî kuştina yek ji bersûcên 'Doza 49'an' damezrînerê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (KDP-T) Dr. Saît Kirmizitoprak (Dr. Şivan) û hevalên wî Hasan Yikmiş û Hîkmet Bûlûttekîn, bi daxwaza bersivandina Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay, pêşnûmwpirsekda Serokatiya Meclisê. Onlu di pêşnûmepirsê de destnîşan kir ku Kirmizitoprak xizmê wî ye û ev pirs kirin:   “* Derbarê nav, temen, li kur, çawa û çima kuştina 55 xizmnên Saît Kirmizitoprak ên di Komkujiya Dersimê ya 37-38'an de agahî di arşîvên dewletê de hene?    * Navên ronakbirên di doza 49'an de hatine girtin û hinceta girtina wan çî ye? Sûcdariyên li van ronakbiran çi ne?      * Di civîna ku serokkomar, Serfermandarê Giştî, Serokwezîr, Wezîrê Dewletê, Wezîrê Karên Derve û Şefê Meseya Kurd a MÎT'ê yê demê tevlî dibin de rapora ku ji aliyê MÎT'ê ve hatiye amadekirin hatiye nîqaşkirin û tê angaşkirin ku ev tişt tên gotin: "Li Tirkiyeyê hin ronakbirên kurd serhildaneke kurd bi rêxistin dikin û tê fikirîn ku komunîst piştgiriyê didin wan. Dibe ku hezar ronakbirên kurd bên darizandin û darvekirin." ev angaşt rast in?   * Serfermandarê Giştî Cevdet Sûnay û Serokwezîr Suleyman Demîrel ên demê, ji Mistefa Barzanî daxwaza ku Saît Kirmizîtoprak û hevalên xwe derbasî partiya Saît Elçî bibin kirin?   * Rayedarên KDP'ê têkildarî cihê gora Saît Kirmizîtoprak agahî dane Tirkiyeyê? Cihê gora Saît Kırmızıtoprak li kur e?