Alî Kemal Ozcan ji peywira beşa serokatiya hat girtin 2019-11-27 12:25:21 DERSIM - Alî Kemal Ozcan ê di dema hilbijartina Stenbolê de, bi hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kir ket rojevê, bi hinceta “Di saetên xebatê de seyat kirin” ji Serokatiya Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Mûnzûrê hat girtin.    Akademîsyên Alî Kemal Ozcan ê çend roj berî Hilbijartina Stenbolê ya 23’yê Hezîranê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û bi nişeya bixwe nivîsandî ket rojê, bi hinceta “Di saetên xebatê de seyat kirin” ji peywira Serokatiya Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Mûnzûrê hat girtin.    Ozcan ê ev agahî ji ajansa me re pişt rast kir wiha got: “Bi hinceta hevdîtinekê ez çûm Enqerê. Hat tespîtkirin ku min bileta balafirê, saetek û nîv berî saeta xebat bi dawî bibe, biriye. Rêveberiya zanîngehê jî, lêpirsîn da dest pê kirin û bi vê hincetê ez ji peywirê girtim.”