HDP'iyên li Dîlokê hatibûn binçavkirin bi xebatên hilbijartinê hatin sûcdarkirin 2019-11-27 12:10:51 DÎLOK - Parêzeran diyar kir ku 54 HDP'iyên ku li Dîlokê hatibûna binçavkirin, bi xebatên xwe yên hilbijartina 31'ê Adarê hatine sûcdarkirin û li gel şopandina fizîkî û teknîkî ya 6 mehan jî di dosyayê de tu delîl tunene û polis di binçavan de lis er delîlan xebitîne.    Di 14'ê Mijdarê de di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve hatibû destpêkirin de rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar jî di nav de biryara binçavkirin 57 kesan hatibû dayîn. Di serdegirtinên malan de 54 kesan hatibûn binçavkirin. Hevserokê HDP'ê yê Bajar Muslum Kiliç û Hevserokê DBP'ê yê Bajar Abdûllah Înce jî di nav de 25 kes hatin girtin. Parêzerên kesên hatibûn binçavkirin û girtin, derbarê hûrgiliyên lêpirsîna ku piştî daxuyaniya Walîtiya Dîlokê ji aliyê çapameniya alîgir ve weke "Li dijî PKK/KCK’'ê operasyoneke mezin" hatibû ragihandin de vegotin.    Parêzer Bulent Tûran û Sînan Taştekîn diyar kirin ku lêpirsîn piştî şopandina fizîkî û teknîkî ya 6 mehan hatiye destpêkirin. Parêzeran destnîşan kir ku li gel ku di dosyayê delîl nehatine dîtin jî muwekîlê wan bi xebatên Hilbijartina 31'ê Adarê hatine sûcdarkirin û "poşmaniya aktîf" li wan hatiye ferzkirin. Parêzeran got ku ji ber ku di dosyayê de delîl tunebûne polis, di bin çavan de li ser delîlan xebitîne. Parêzeran, bi lêv kir ku muwekîlê wan bi çûyîna HDP DBP'ê jî hatine sûcdarkirin û ji wan pirsa ku 'hûn çîna diçin?' hatiye pirsîn.