Li gelek bajaran di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin 2019-11-27 10:46:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Enqerê, Sûmsûrê, Agiriyê, Dîlok, Riha,  Êlih û Amedê di serdegirtinên malan de wekîlên HDP’ê yên berê jî di nav de, gelek siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan hatin binçavkirin. Li aliyê din Cîgirê Hevserokê DBP'ê Mehmet Şirîn Tûnç hat binçavkirin.   Li Enqerê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Kedkarên Karê Tendurîstî û Civakî (SES) jî din av de 11 kes binçav kirin.    Kesên ku hinceta binçavkirina wan nehat zanîn birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Enqerê. Navê kesên hatin binçavkirin wihane: Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Fatîn Kanat, rêvberên SES’ê Fîkret Çalagan û Belkis Yûrtsever, endamê Meclîsa HDP’ê Berekt Kar, Endamên HDP’ê Mazhar Yerlîkaya, Şehrîban Başak, Ethem Ozgan, Sabahattin Karli, Kemal Akalin, Berfûm Çolak û Ziya Cebeci.   WEKÎLÊ HDP’Ê  YÊ BERÊ HAT BINÇAVKIRIN    Parlamenterê HDP’ê yê berê yê Sûmsûrê Behçet Yildirim di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Polîsan piştî lêgerîna mala, Yildirim binçavkirin. Yildirim ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn birin, Miduriyeta Polîsan.    ROJNAMEGER TOPALOGLÛ BINÇAV KIRIN    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ku bi KHK’ê hat girtin Haci Yûsûf Topaloglû li navçeya Kolik a Semsûrê di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malê de hemû endamên malbatê bi erdê re dirêj kirin û berê çekan dane serê wan. Topaloglû yê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Semsûrê.    LI RIHAYÊ JÎ KESEK HAT BINÇAVKIRIN   Polîsan li Taxa Şirnex a navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi ser malan de girtin û bavê 2 zarokan Îrfan Erdem binçav kirin. Hat diyar kirin ku Erdem bi hinceta parvekirinên medya civakî “Propagandeya rêxistinê kirin” derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Erdem ê hat binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.    AMED   Li Amedê di saetên serê sibê de polîsan ser gelek malan de girt. Di serdegirtinên malan de Cîgirê hevserokê DBP'ê Mehmet Şirîn Tûnç û Endama Meclîsa Şaredariya Peyasê ya HDP'î Songul Dag Kapanci hatin binçavkirin. Hat hîn bûn ku polîsan deriyê malan şikandine û tiştên malan belavkirine. Hat hînbûn ku hejmara yên hatî binçavkirin zêde bibe û kesên ku hatine binçav kirin birine Muduriyeta Emniyetê ya Bajêr.   LI ÊLIHÊ 25 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Li Êlih û navçeyên wê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 25 kes binçav kirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de namzetê parlamenterê HDP'ê yê hilbijartina 24'ê Hezîranê Şukru Baytar, Dayika Aştiyê Nûrhan Seçkîn, aktîvîstên TJA'yê û delegeyên KCD'ê jî, hene.      Navê kesên li tevahiya bajêr hatin binçavkirin wihane: "Mahfuz Akgul, Elif Koyuncu, Şukru Baytar, Adil Erin, Mehmet Salih Turmuş, Mustafa Erol, Seyithan Tatar, Nurhan Seçkin, Murat Tekin, Fatma Kapaligoz, Yaşar Kirca, İlyas Tiryaki, Halime Çetinkaya, Ezel Aydin, Derya Arslan, Seyfettin Demirkiliç, Cengiz Firat, Guler Turhan, Zozan Adli û Rozerin Koyuncu.”     LI KERCEWS'Ê JÎ SERDEGIRTINA MALAN   Li Kercewsa navçeya Êlihê jî polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Nûnerê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) yê Kercewsê Mehmet Yildirim de girtin û binçav kirin. Hat hînbûn ku polîsan deriyê malê şikandiye û dest danîne ser materyalên dijîtal. Yildirim ê ku hinceta binçavkirina wî nehat hînbûn, birin Muduriyeta Polîsan a  Êlihê.   LI AGIRIYÊ JÎ 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Di serdegirtinên malan ên li Agirî û navçeya wê Bazîdê de jî, rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kazim Aslan, rêveberên HDP'ê yên Bazîdê Farûk Sevkan û Okan Sekirden hatin binçavkirin.     Ji 3 siyasetmedarên hinceta binçavkirin wan nehat zanîn Aslan birin Miduriyeta Polîsan a Agiriyê û Serkan û Sekîrdan jî birin Miduriyeta Polîsan a Bazîdê. Serokê Şaxa Çandiniyê Orkam-Sen a Agiriyê Hanîfî Demîr jî, li Agiriyê hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.    TAŞLIÇAY’DA BİR KİŞİ TUTUKLANDI   Li navçeya Avkevirê jî, berî rojê di serdegirtina malan de 6 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de, Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê yê berê Erdal Aslan hatibû girtin.