Dadgehê cezayê pereyan ên li çalakvanên ‘aştîxwaz’ hatibû birîn rakir 2019-11-27 10:36:27 WAN – Li Wanê Dayikên Laçikspî jî di nav de gelek siyasetmedar û welatiyên ji ber çalakiyên “aştîxwaz” cezayê pereyan ji aliyê polîsan ve li wan hatibû birîn ji hêla dadgehê ve hat rakirin.  Li Wanê di serdema greva birçîbûnê de ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî û şahiyên di dîrokên cuda de hatibûn lidarxistin, cezayê pereyan li wan hatibû birîn. Cezayê pereyan bi hênceta “qanûna qebhetê” li Dayikên Laçikspî jî di nav de nûnerên rêxistinên civakî, siyasetmedar û parêzeran hatibû birîn. Li her yekê 320 TL cezayê pere razandinê hatibû birîn. Her wiha Emniyeta Wanê li hin dayikan 3 car cezayê pere birîbû.    Li dijî van cezayan yên ceza xwarin serî li dadgehê dan û îtîraz kirin. Di encama îtîrazê de 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê diyar kir ku her kes dikare ramanê xwe derbirîne û mafê wan ên civandinê heye û bikar bîne û cezayên pereyan li van kesan hat birîn rakir.    MA / Adnan Bîlen